Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 1:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Lê niha bi xuyabûna Xilazkirê me Mesîh Îsa eʼyan bû, ku mirin betal kir û jîyîna bê mirin, bi Mizgînîyê rʼonayî kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Lê niha ew bi xuyabûna Xilaskarê me Mesîh Îsa eşkere bû; wî mirin betal kir, Jiyan û nemirinî bi Mizgîniyê derxist ber ronahiyê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Ле ньһа бь хӧйабуна Хьлазкьре мә Мәсиһ Иса әʼйан бу, кӧ мьрьн бәтал кьр у жийина бе мьрьн, бь Мьзгинийе рʼонайи кьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 و نَهَ ژی بِ واسِطا دووهار بونا نجاتگَره مَ مسیحْ عیسیْ آشگَرا بویَ. هَمَن اَو مسیحْ عیسایه گو بِ واسِطا انجیله مِرِن راگِر و ژیان و نَمر بون آشگَرا گِر.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 1:10
58 Iomraidhean Croise  

Heger tʼemamîya bedena te rʼonayî ye û pʼareke teʼrî tʼune, hʼemûyê jî rʼonayî be, çawa çʼira bi şewqa xwe te rʼonayî dike».


Wî çaxî rʼezvanrʼa got: ‹Eva muxdarê sê sala ye ez têm, berê vê dara hêjîrê digerʼim, lê nabînim. Evê bibirʼe! Badîhewa çima cî girtîye?›


Îro werʼa bajarê Dawidda Xilazkirek bû, ew Mesîh Xudan e.


Rʼonaya rʼast Ew e, kʼîjan ku tê dinyayê û hʼemû meriva rʼonayî dike.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


û wê kʼulfetêrʼa gotin: «Em îdî ne ku pê gotina te bawer dikin, lê me xwexa bihîst û em zanin ku ev e rʼast Xilazkirê dinyayê».


Lê hûn naxwazin bêne cem Min, wekî jîyîna we hebe.


Ji zurʼeta wî Xwedê anegorî sozê Xwe Îsraêlrʼa Xilazkirek rʼakir, hema xût Îsa.


Xwedê Ew bilind kir danî li milê Xweyî rʼastê, ku bibe Rʼêber û Xilazkir, wekî mecala tʼobeyê û baxşandina guna bide Îsraêlê.


lê niha bi nivîsarêd pʼêxembera eʼyan bû û bi eʼmirê Xwedêyê hʼeta-hʼetayê hate naskirinê, wekî hʼemû milet bawer bikin û guhdar bin.


Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin.


Wekî usa ye em bi bawerîyê Qanûnê betal dikin? Tʼu car, lê em Qanûnê mak dikin.


Em vê yekê zanin ku binyatʼa meye kevin tʼevî Wî xaç bû, wekî qalibê gunekʼar serî hilnede, ku ji vir şûnda em nebine xulamêd gune.


Dijminê xilazîyê ku wê kʼokê lê bîne, mirin xwexa ye,


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Belê hʼeta ku em vî konîda dimînin, bin barê giranda dineʼlin, ne ku em dixwazin vî ji xwe bêxin, lê ya eʼzmanî ser xwe wergirin, wekî yê xweyîmirin wê jîyînêda betavebe here.


Û heger hûn bi Qanûn qedandinê dixwazin rʼast hʼesab bin, wekî usa ye hûn ji Mesîh qetîyayî ne û ji kʼeremê kʼetî ne.


Bira çʼeʼvêd rʼuhʼê we vebin, wekî hûn feʼm bikin, çi ye ew gumana ku Wî gazî we kirîye û çi ye ew dewlemendtîya rʼûmeta Wî, ya ku cimeʼta Wî wê war be


Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,


Û paşê Ewê Neheqîyê wê kʼifş be, ku Xudan Îsayê bi hulma devê Xwe wî unda ke û bi xuyabûna şewqa Xweva wî kʼuta ke.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê, ya ku bi saya Mesîh Îsa ye,


Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê.


Awa li ber Xwedê û wî Mesîh Îsayê ku wê dîwana mirî û zêndîya bike, ez bi camêrî dibêjim, tu li wê hatin û Pʼadşatîya Wî kî:


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


Çimkî kʼerema Xwedê bona xilazbûna hʼemû meriva xuya bû,


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


Lê gava şîrinayî û hʼizkirina Xwedê, Xilazkirê me xuya bû,


Wan rʼojêd pêşin bîr bînin, gava hûn hatine rʼonayîkirinê, we şerʼekî çawayî giran bi cefava dikʼişand.


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Bi vî awayî dergehê li ber we bi merʼdanî vebe, ku bikʼevine Pʼadşatîya hʼeta-hʼetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh.


Qewata xwedêtîya Wî her tiştê ku li jîyîna xwedênasîyê dikʼeve pʼêşkʼêşî me kir, bi wê zanebûna meye hindava Wîda, Yê ku bi saya rʼûmet û qencîya Xwe gazî me kir.


Heger ewêd ku pê zanebûna hindava Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh carekêrʼa destê xwe ji hʼeramîyêd dinê kirin, paşê dîsa bikʼevine nava wan hʼeramîya, bidine der, axirîya wanê ji ya pêşin xirabtir be.


Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn.


Dixwazim wekî hûn gotinêd pʼêxemberêd pîroz, ku pêşda gotibûn û wê tʼemîya Xudan û Xilazkir, ku bi şandîya hatine gotinê bîr bînin.


Jîyîn eʼyan bû, me ew dît, em şeʼdetîyê didin û bona wê jîyîna hʼeta-hʼetayê werʼa dibêjin, ya ku cem Bavê bû û meva eʼyan bû.


Me dît û em şeʼdetîyê didin, ku Bavê Kurʼê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê.


Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, wê milyakʼetekî din ji eʼzmên dihate xwarê. Ew xweyê hʼukumê mezin bû û ji dîndara wî rʼûyê eʼrdê rʼonayî bû.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye.


Hingê Mirin û Dîyarê Mirîya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye.


Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine, wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrrʼa bikʼevine hindurʼ!


Rʼuhʼ û bûk dibêjin: «Were!» Ewê ku dibihê bira bêje: «Were!» Ewê ku tʼî ye bira bê, ewê ku ava jîyînê dixwaze bira bêheq bistîne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan