Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 6:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 ew yekî kʼubar e û tiştekî nizane. Ew nexweşîya şerʼ û deʼwava girtî ye, ji wê jî pêşda tên: Hʼevsûdî, neyartî, gotinêd nerʼêda, şikêd xirab

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 ew qure ye û tiştekî nizane, lê ew nexweşê gengeşî û devjeniya peyvan e. Çavnebarî, pevçûn, buxtan, gumanên xerab

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 әԝ йәки кʼӧбар ә у тьштәки ньзанә. Әԝ нәхԝәшийа шәрʼ у дәʼԝава гьрти йә, жь ԝе жи пешда тен: Һʼәвсуди, нәйарти, готьнед нәрʼеда, шькед хьраб

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 اَو مِرُو تِژی ژه غرورَ و چه دِشدی فام ناگَت. اَو تِرنیه شَر گِرِن راستا کلیمادا یَ، گو اَو یگَ حسادت، فَرق و جُداتی، بُختان و گُمانِت پیس تینیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 6:4
44 Iomraidhean Croise  

Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.


lê heger pirs ser xebera, nava û qanûna we ye, hûn xwexa binihêrʼin. Ez naxwazim bibime hʼakimê van tişta».


Merivek wî bajarîda hebû navê wî Şimhʼûn, ewî hê zûva sêrbazî dikir û samerî eʼcêbmayî dikirin û xwe jî danîbû dewsa yekî mezin.


Fikira we her kesî hindava hevda yek be, kʼubar-babax nîbin, lê tʼevî pʼerîşana nimiz bin, xwe dewsa zana daneynin.


Usa bijîn çawa rʼonaya rʼojê, bê kûçʼiksantîyê, serxweşîyê, bênamûsîyê, hʼeramîyê, şerʼûdîyê û hʼevsûdîyê.


Ewê ku bawerîyêda sist e, qebûl kin, lê ne ku bona bîr-bawerîya wî jêrʼa bikʼevine deʼwê.


Lê hêrs û xezebê ser wanda be, yêd ku kʼara xwe digerʼin, dest ji rʼastîyê kirine û xwe dane xirabîyê.


Lê heger yek bixwaze vê yekêrʼa bikʼeve deʼwê, eʼdetekî meyî din tʼune û ne jî yê civînêd Xwedê.


Berî her tiştî, ez dibihêm, gava ku hûn dicivine civînê, nava weda dibe dutîretî û kêm-zêde ez bawer dikim.


Bira tʼu kes xwe nexapîne. Heger yek ji we li gora qeydêd vê dinyayê xwe serwaxt dibîne, bira bibe bêhʼiş, wekî bibe serwaxt.


çimkî hûn hela hê mîna bendêd vê dinê ne. Hʼeta ku nava weda hʼevsûdî û hevrʼikʼî hene, gelo ev yekana ne merivayî ne? Û hûn mîna bendêd vê dinê najîn?


Belê, hûn sebir dikin, gava yek we dike xulam, yan hebûka we dixwe, yan we kʼara xwerʼa dide xebatê, yan ser werʼa kʼubar dibe, yan rʼûyê we dixe.


Lê heger hûn dev bavêjine hevdu, hevdu bixwin, miqatî xwe bin, ku kʼoka hevdu neynin.


Em kʼubar nebin, agirê hev gurʼ nekin û hʼevsûdîyê li hevdu nekin.


Heger yek xwe dewsa tiştekî datîne û xwexa ne tʼu tişt e, ew xwexa xwe dixapîne.


Rʼast e hinek ji hʼevsûdîyê û mixenetîyê Mesîh dannasîn dikin, lê hinek jî ji nêta qencîyê.


Her tiştî bê bîntengî û bê şerʼ û deʼw bikin,


Tiştekî bi hevrʼikʼîyê nekin û li navê xwe negerʼin, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwerʼa bigire.


Nebe ku yek destê we ji lecxelatê bike, yê ku bi xwenimizkirina hʼilekʼarî, milyakʼet-hʼebandinê û bi gîrobûna dîtinêd ber çʼeʼva mijûl e. Yêd usa bi fikirêd pʼûçʼe merivayî pʼişika xweda diwerimin


Ewê miqabilî her tiştêd ku xwedê têne hʼesabê yan têne hʼebandinê bisekine û xwe ser her tiştîrʼa bigire, hʼeta ku pʼaristgeha Xwedêda jî wê rʼûnê û eʼlam ke, ku xwexa Xwedê ye.


û guh nedine çʼilovîskîya û rʼeqema silsileta ku xilazîya wan tʼune. Ev yek hê şerʼ-deʼwa tʼevrʼadike, ne ku tʼivdîra Xwedêye ku bi bawerîyê tê naskirinê mîyaser dike.


Dixwazin bibine dersdarêd Qanûnê, lê ew xwexa jî nizanin çi dibêjin, ne jî wan tiştêd ku didine zora xwe feʼm dikin.


Bira ne jî bawermendê nû be, ku nebe kʼubar be, dîwana wî jî mîna ya mîrêcin bê kirinê.


Van tişta bîne bîra cimeʼtê, li ber Xwedê bike deynê stûyê wan, ku ser xebera hevrʼa nekʼevine deʼwê. Ew kêrî tʼu kesî nayê, tʼenê mala guhdara xirab dike.


Tu xwe ji deʼw-dozêd axmaxe bêfeʼm dûr bigire, çimkî tu zanî ku şerʼ ji wan pêşda tên.


nemam, berzeq, xwerʼazî, rʼihʼetîhʼiz, ne ku Xwedêhʼiz.


Lê tu xwe ji deʼw-dozêd axmaxtî, rʼeqema silsileta, hevrʼikʼîyê û şerʼ-deʼwêd li ser Qanûnê dûr bigire, çimkî ew bêkêr û bêkʼar in.


Zanibin, xûşk-birayêd mine delal, bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrskʼetinêda giran be,


Ev merivana mîna hʼeywanêd bêzare-bêziman in, bi qafê xweye vala têne rʼêberîkirinê, ku bona nêçʼîr û kuştinê dinê kʼetine, wan tişta bêhurmet dikin ku nizanin ew çi ne, evê jî mîna wan hʼeywana unda bin herʼin.


Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


Lê ev merivana serederîyê wan tişta nakin, kʼîjana ku bêhurmet dikin, lê çi jî mîna hʼeywanêd bêzare-bêziman bi binyatʼî feʼm dikin, bi wan jî unda dibin.


Evana merivne bîntenge fiş-fişko ne, pey xwestinêd dilê xwe diçin, ji xwe mestir xeber didin û bona kʼara xwe hʼilekʼarîya dikin.


Tu dibêjî: ‹Ez dewletî me, wê yekêda gelek pêşda çûme, qet hʼewcê tʼu tiştî nîme›. Lê tu nizanî ku tu meʼrim, rʼeben, belengaz, kor û teʼzî yî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan