Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 6:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Tʼemîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka pʼûçʼe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merʼdanî dide me, wekî em miraz pê bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

17 Tembîhê li dewlemendên vê dinyayê bike, ku bilind nefirin û hêviya xwe bi dewlemendiya bê ewlehî ve girênedin, lê bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin, ku her tiştî bi zêdehî dide me, ku em pê şa bibin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

17 Тʼәмийе бьдә дәԝләтийед ве дьне, бьра бабах нәбьн у гӧмана хԝә нәдьнә сәр һәбука пʼучʼә дәрәԝ, ле ль сәр Хԝәдейе кӧ һәр тьшти бь мәрʼдани дьдә мә, ԝәки әм мьраз пе бькьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 بُ دَولمَنده وه زَمانی اَمِر گَ گو نه خو مَزِن گَن، نه ژی اُمیدا خو بِدَنَ ماله دُنیایه گو نامینیت. بَلگو اُمیدا خو بِدَنَ خدا، هَمَن اَو خدایه گو بُ مَ همو دِشدی گَلَک زِدَ حاضِر دِگَت گو اَم کَیفه بِگَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 6:17
62 Iomraidhean Croise  

Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.


Hingê Îsa gote şagirtêd Xwe: «Ez rʼast werʼa dibêjim, dewletîyarʼa zeʼmet e ku bikʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.


Ewê ku pênc telant standibûn, pêrʼa-pêrʼa çû bi wan kʼirʼî û firot, pêncêd din jî qazinc kirin.


Berê êvarê merivekî dewletî ji Arîmetyayê hat, ku navê wî Ûsiv bû. Ew jî yek ji şagirtêd Îsa bû.


Pʼûtpʼarist li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê weyî Eʼzmana zane ku hûn hʼewcê wan hʼemû tişta ne.


Şagirt ser van gotinêd Wî eʼcêbmayî man, lê Îsa dîsa dûmayî kir û got: «Lawno! Wanrʼa çiqas zeʼmet e, bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê, yêd ku gumana xwe datînine ser dewleta xwe!


Li wir merivekî dewletî hebû, serwêrê xercgira, navê wî Zexayo.


Ewî li wan vegerʼand û got: «Du dest kʼincê kʼê hene, bira yekî bide wî, yê kʼê ku tʼune û xurekê kʼê heye, bira dîsa usa bike».


Lê Xwexa Xwe bê şeʼdetî nehişt, qencî werʼa kir, ji eʼzmên baran barand, rʼez jî demsalada dane we, bi xurekva hûn tʼêr kirin û şabûn jî kire dilê we».


Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.


ne jî çʼeʼvê Wî destê meriva ye ku xizmetkʼarîya Wî bikin, çawa Yekî hʼewcê tiştekî, lê Ew xwexa eʼmir, bînê û her tiştî dide hʼemûya.


Rʼast e. Ewana ji dest nebawerîyê şkestin û te bi bawerîyê hʼîm girt. Kʼubar nebe, lê bitirse.


Hûn vê yekê zanibin ku tʼu qav, yan hʼeram, yan timakʼar (ku pʼûtpʼarist e) Pʼadşatîya Mesîh û Xwedêda war nabe.


Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên.


Çimkî ewana bona me dibêjin, ku we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pʼûta li Xwedê vegerʼîyane, ku xulamtîyê Xwedêyê sax û rʼastrʼa bikin


Gava ez diçûme Mekedonyayê, min hîvî ji te kir, ku li Efesê bimînî, wekî tʼemîyê bidî çend kesa, ku hînkirina nerʼast hîn nekin


Lê heger ez derengî jî bikʼevim, tê zanibî gerekê çawa mala Xwedêda rʼabin-rʼûnên, ya ku civîna Xwedêyê sax e, stûn û hʼîmê rʼastîyê ye.


Bona vê yekê em dixebitin û diçerçirin, çimkî em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin, ku Xilazkirê hʼemû meriva ye, îlahî Yê bawermenda.


Ez li ber Xwedê, Mesîh Îsa û milyakʼetêd bijartî dikime deynê stûyê te, ku tu van şîreta bê tʼagêrî xwey kî, tiştekî bi firqîyê nekî.


Li ber Xwedêyê ku eʼmir dide hʼemû eʼfirîna û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pîlatoyê Pontîyo şeʼdetîya îqrara qenc da, ez tʼemîyê didim te,


Lê ewêd ku dixwazin dewletî bin, têne cêrʼibandinê, dikʼevine tʼeleka û gelek temêd axmax û zîyankʼar, kʼîjan mêriv nuqî mîratʼîyê û wêranbûnê dikin.


Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.


Ew me hîn dike, ku em nepʼakîyê û dilhavijîyêd dinyayê înkʼar kin û aqilda giran, bi heqîyê û xwedênasîyê bijîn li vê dinê,


Wî Xwedêyî ew Rʼuhʼ bi merʼdanî ser meda barand, bi destê Îsa Mesîhê Xilazkirê me,


Bi vî awayî dergehê li ber we bi merʼdanî vebe, ku bikʼevine Pʼadşatîya hʼeta-hʼetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan