Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 6:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Li ber Xwedêyê ku eʼmir dide hʼemû eʼfirîna û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pîlatoyê Pontîyo şeʼdetîya îqrara qenc da, ez tʼemîyê didim te,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

13 Li ber Xwedayê ku jiyanê dide hemû afirînan û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pontiyos Pîlatos şahidiya qenc da, ez tembîh li te dikim

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

13 Ль бәр Хԝәдейе кӧ әʼмьр дьдә һʼәму әʼфьрина у ль бәр Мәсиһ Исайе кӧ ль бәр Пилатойе Понтийо шәʼдәтийа иԛрара ԛәнщ да, әз тʼәмийе дьдьм тә,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 اَز همو دِشدی حُضورا خدایه گو ژیانه دِدَت و حُضورا مسیحْ عیسایه گو بَر پُنتیوس پیلاتُس اَو اعترافا قَنج گِر، بُ تَ سفارش دِگَم

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 6:13
22 Iomraidhean Croise  

Îsa ber welî sekinî, welî ji Wî pirsî û got: «Tu yî pʼadşê cihûya?» Îsa wîrʼa got: «Te bi devê xwe got».


Ew girêdan, birin dane destê Pîlatoyê welî.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger ji jor terʼa nehata dayînê, tʼu hʼukumê te wê li ser Min tʼunebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e».


Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan.


Çimkî çawa Bav kanîya jîyînê ye, usa jî kir wekî Kurʼ Xwexa kanîya jîyînê be.


ne jî çʼeʼvê Wî destê meriva ye ku xizmetkʼarîya Wî bikin, çawa Yekî hʼewcê tiştekî, lê Ew xwexa eʼmir, bînê û her tiştî dide hʼemûya.


Ev kirina we rʼastîya bawerîya we îzbat dike, bi vî awayî şikirîya xwe Xwedê tînin bona guhdarîkirina Mizgînîya Mesîhe ku hûn îqrar dikin û bona wê merʼdanîya we, ku hûn alîkʼarîya wan û hʼemûya dikin.


Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne.


Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me rʼazî me, Yê ku qewat da min, ez amin hʼesab kirim, danîme ser vê xizmetkʼarîyê.


Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye, ku: «Mesîh Îsa hate dinê, gunekʼara xilaz bike», serê kʼîjana ez im.


Çimkî Xwedêk heye û nava Xwedê û merivada jî navçêtîk, Mesîh Îsayê Meriv,


Ez li ber Xwedê, Mesîh Îsa û milyakʼetêd bijartî dikime deynê stûyê te, ku tu van şîreta bê tʼagêrî xwey kî, tiştekî bi firqîyê nekî.


Leca bawerîyêda qenc birʼeve, jîyîna hʼeta-hʼetayê qazinc ke, kʼîjanêrʼa tu hatî gazîkirinê û li ber gelek şeʼda te ew îqrara qenc îqrar kir.


usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!


Usa jî gote min: «Her tişt hate sêrî. Ez im Alfa û Omêga, Destpêbûn û Axirî. Ezê yêd tʼî, ji kanîya ava jîyînê bêheq bidime vexwarinê.


Paşê wî milyakʼetî çʼemekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji tʼextê Xwedê û Berx derdikʼet û nava meydana bajêrva dikʼişîya.


Milyakʼetê civîna Lawdikyayêrʼa binivîse bêjê: ‹Yê Amîn› aha dibêje, Ew şeʼdê rʼast û amin, çʼeʼvkanîya eʼfirîn û xuliqîyêd Xwedê:


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan