Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 5:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Lê heger merivek bona xwexatîya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkʼar kirîye û ji nebawera jî xirabtir e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Lê eger yek li mirovên xwe, bi taybetî li maliyên xwe nenêre, wî bawerî înkar kiriye û ew ji bêbaweran jî xerabtir e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Ле һәгәр мәрьвәк бона хԝәхатийа хԝә, илаһи бона мала хԝә хәм накә, әԝи баԝәри инкʼар кьрийә у жь нәбаԝәра жи хьрабтьр ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 هَگو مِرُوَگ نَگَهَشیتَ هَوجَییِت قَومه خو و مخصوصَن ژی خانوادا خو، ایمان حاشا گِریَ و ژه مِرُوَگه به ایمان ژی پیستِرَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 5:8
19 Iomraidhean Croise  

Lê heger ewî guhdarîya wan jî nekir, civînêrʼa bêje. Û heger guhdarîya civînê jî nekir, bira ew bona te bibe mîna pʼûtpʼarist û xercgira.


Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê weyî Eʼzmana wê çiqas tiştêd qenc bide ewêd ku ji Wî dixwazin.


Heger Ez nehatama û Min wanrʼa xeber neda, gunêd wanê tʼunebûna. Lê ew niha nikarin caba gunêd xwe bidin.


Lê bira birêrʼa dikʼeve deʼw-dozê, ew jî li ber nebawera!


Eva sê car e ez kʼarê xwe dikim, ku ser weda bêm. Û ez giranîyê nadime we. Çʼeʼvê min ne li hebûka we ye, lê li we ye! Çimkî ne ku gerekê zarʼ bona dê-bava bikin, lê dê-bav bona zarʼa.


Û çi tʼifaqîya Mesîh tʼevî cin heye? Yan çi pʼar nava bawermenda û nebawerada heye?


Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa.


Heger em teyax kin, emê pʼadşatîyê jî tʼevî Wî bikin. Heger em Wî înkʼar kin, Ewê jî me înkʼar ke.


Pʼişkê xwedênasîyê wê li wan kʼeve, lê wê qewata wê înkʼar kin. Tu xwe ji yêd aha dûr bigire.


Ew dibêjin, ku Xwedê nas dikin, lê bi kirêd xwe Wî înkʼar dikin, hʼeram û xweserîxwe ne û her kirineke qencrʼa bêkêr in.


Pʼêxemberêd derew jî nava cimeʼta Îsraêlêda derkʼetine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew kʼirʼîn jî înkʼar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe.


Çimkî çend meriv dizîva kʼetine nava we, ku derheqa dîwana wanda hê pêşda nivîsar bû. Ewêd nepʼak bin navê kʼerema Xwedêyê me xwe dane bênamûsîyê û Xudanê me Îsa Mesîh Xweyîkî bêşirîkî-bêheval înkʼar kirine.


Ez haş ji te heme ku tu li kʼu derê dimînî, awa gotî li wî cîyê ku tʼextê mîrêcin lê ye. Tu navê Min qewîn digirî û te bawerîya xweye hindava Minda wan rʼoja jî înkʼar nekir, gava şeʼdê Minî amin Antîpas nava weda hate kuştinê, wî cîyê ku mîrêcin lê dimîne.


Ez haş ji kirêd te heme. Va Min derîkî vekirî danîye ber te, ku tʼu kes nikare dade. Ez zanim ku qewata te hinekî heye û te gotina Min xwey kir û navê Min înkʼar nekir.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan