Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 5:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Dilê kalemêra neêşîne, lê dil bide wan, çawa bavê xwe. Cahila çawa birayêd xwe hʼesab ke,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Li zilamê pîr nehile, lê wek ku bav e, pê re bide û bistîne. Bi yên xort re wek birayan,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Дьле каләмера нәешинә, ле дьл бьдә ԝан, чаԝа баве хԝә. Щаһьла чаԝа бьрайед хԝә һʼәсаб кә,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 له پیرَمِری نَگَ هَوار، بَلگو اَوی وِسا تشویق گَ گو مِرُو دِبِژیت بابه تَیَ و زَلاما ژی بینا بِرایه خو،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 5:1
26 Iomraidhean Croise  

Lê bira werʼa nebêjin: ‹Mamosta›, çimkî dersdarê we yek e û hûn hʼemû jî bira ne.


Wana bona her civînekê berpirsîyar kʼifş kirin, bi rʼojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawerîya xwe jê anîbûn.


Gava gihîştine Orşelîmê, civînê, şandîya û berpirsîyara ew qebûl kirin û çi ku Xwedê tʼevî wan kiribû wanrʼa gilî kirin.


Şandî û berpirsîyar civîyan, ku bona vê yekê bişêwirin.


Ji Mîletosê merî şande Efesê û gazî berpirsîyarêd civînê kirin.


Awa kʼêrʼa çi dikʼeve, li wan vegerʼînin, kʼêrʼa xerc dikʼeve, xerc bidinê, kʼêrʼa selef dikʼevin, selefa bidinê, ji kʼê gerekê bitirsin, bitirsin, kʼêrʼa qedir dikʼeve, qedirê wî bigirin.


Xûşk-birano, heger yek neheqîkêda bê girtinê, hûn ku rʼuhʼanî ne, wî bînine ser rʼîya rʼastîyê, lê bi rʼuhʼê milûktîyê. Lê haş ji xwe jî hebin, ku hûn nekʼevine cêrʼibandinê.


Ew berpirsîyarêd ku serwêrtîyê rʼind dikin, bira dubare hêjayî qedir bin, îlahî ewêd ku xeberdan û hînkirinêda dixebitin.


pîra çawa dîya xwe, kʼulfetêd cahil çawa xûşkêd xwe, weke şîrê hʼelal.


Kalemêr bira xwegirtî, giran û maqûl bin, bawerîyê, hʼizkirinê û sebirêda serxwe bin.


Usa jî dil bide xorta, ku aqilda giran bin.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Heger yek ji we nexweş e, bira gazî berpirsîyarêd civînê ke, ser wîda bira dua bikin, bi navê Xudan bi rʼûn rʼûn kin.


Ez hîvî ji berpirsîyarêd nava weda dikim, ez xwexa jî çawa berpirsîyar û şeʼdê cefêd Mesîh û heval-pʼarê wê rʼûmetê me, ya ku wê xuya be.


Ji berpirsîyarê civînê, Xanima bijartî û zarʼêd wêrʼa, kʼîjana ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim, ne ku tʼenê ez, lê ew hʼemû jî, yêd ku rʼastîyê nas dikin,


Ji berpirsîyarê civînê, Gayosê delalrʼa, kʼîjanî ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim.


Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan