Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 3:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Bira ne jî bawermendê nû be, ku nebe kʼubar be, dîwana wî jî mîna ya mîrêcin bê kirinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Bila ew ne bawermendekî nû be, da ku qure nebe û wek Îblîs neyê dîwankirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Бьра нә жи баԝәрмәнде ну бә, кӧ нәбә кʼӧбар бә, диԝана ԝи жи мина йа мирещьн бе кьрьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 چاودِره کلیسایه نابی تازَ ایمان اینا بیت، گو وِسا له نَیِت گو مغرور بیت و بِوَ وه محکوم بونه بیت گو ابلیس بِوَ بو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 3:6
24 Iomraidhean Croise  

Ewî wanarʼa got: «Min mîrêcin dît, çawa birûska ji eʼzmên jorda kʼetî.


Lê min xûşk-birano, nikaribû tʼevî we xeber da çawa tʼevî yêd xweyî-Rʼuhʼê Xwedê, lê çawa tʼevî bendêd vê dinê, çawa tʼevî xişîmêd bawerîya Mesîhda.


Lê niha çi ku ji pirsa qurbanêd pʼûta dikʼeve: Feʼmdarî ye ku zanebûna me her kesî jî heye. Zanebûn pʼişika mêriv diwerimîne, lê hʼizkirin ava dike.


Û wekî nebe ez bona gelek eʼyantîyêd neberhʼişa kʼubar bim, belake mîna derzîkê qalibê minda minrʼa hate dayînê, milyakʼetekî ji mîrêcin, ku tʼepa bê min, wekî ez kʼubar nebim.


Wekî din jî gerekê qedirê wî cem yêd ji civînê der jî hebe, ku nebe bê rʼezîlkirinê û bikʼeve tʼeleka mîrêcin.


ew yekî kʼubar e û tiştekî nizane. Ew nexweşîya şerʼ û deʼwava girtî ye, ji wê jî pêşda tên: Hʼevsûdî, neyartî, gotinêd nerʼêda, şikêd xirab


nemam, berzeq, xwerʼazî, rʼihʼetîhʼiz, ne ku Xwedêhʼiz.


Mîna dergûşêd li ber bistên, hʼeyra şîrê sipîyî rʼuhʼanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêrʼa mezin bin.


Usa jî cahilno, gurʼa mezinada bin. Û hûn hʼemû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtîyê hevdurʼa bikin, çimkî nivîsar e: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya».


Çimkî hʼeyfa Xwedê li wan milyakʼetêd ku gune kirin nehat, lê ew qeydkirî avîtine zindana teʼrîstanîyê, Rʼoja Dîwanêrʼa dane xweykirinê.


Û ew milyakʼetêd ku hʼukumê xwe xwey nekirin, lê cîyê xwe şihʼitandin, Xwedê wan bi qeydêd hʼeta-hʼetayêye teʼrîstanîyêda xwey dike, bona wê Rʼoja hʼesabe Dîwanê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan