Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 3:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Vê gotinêda xêlif tʼune: Heger temê yekî li serwêrtîyê heye, ew şixulekî qenc dixwaze.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Ev peyv dilsoz e: Eger yek ji dil çavdêriyê bixwaze, ew karekî qenc dixwaze.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Ве готьнеда хельф тʼӧнә: Һәгәр тәме йәки ль сәрԝертийе һәйә, әԝ шьхӧләки ԛәнщ дьхԝазә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 هِتبار وه قِسه دِتَ گِرِن: هَگو مِرُوَگه داخازیا چاودِریا کلیسایه هَبیت، اَو دوو وَظیفَیَگه قَنج دایَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 3:1
19 Iomraidhean Croise  

Ez werʼa dibêjim, usa jî milyakʼetêd Xwedê bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, şa dibin».


Petrûs dûmayî kir got: «Çawa kʼitêba Zebûrada jî nivîsar e: ‹De bira mala wî xirabe be, kesek têda nemîne› û: ‹De bira qulixê wîyî serwêrtîyê yekî din bistîne›.


Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.


Niha ez we necihûyarʼa dibêjim: Belê ez şandîyê necihûya me, qulixê xwe bilind dikim,


Ewî ev yek kir, wekî cimeʼta Xwedê şixulêd xizmetkʼarîyêrʼa hazir be, bona avabûna bedena Mesîh,


Ji Pawlos û Tîmotʼêyoyê xulamêd Mesîh Îsa, tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, yêd ku pʼara Mesîh Îsa ne û li alîyêd Fîlîpyayê dimînin, tʼevayîya berpirsîyar û berdestîyêd civînêva:


Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yêd bêpʼergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî kʼetîya werin, hindava hʼemûyada sebira we hebe.


Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye, ku: «Mesîh Îsa hate dinê, gunekʼara xilaz bike», serê kʼîjana ez im.


Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye.


Vê gotinêda xêlif tʼune: Heger em tʼevî Wî mirin, emê tʼevî Wî bijîn jî.


Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram,


Vê gotinêda xêlif tʼune. Û ez dixwazim ku tu van tişta eʼseyî kî, wekî yêd ku bawerîya xwe Xwedê tînin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivarʼa qenc û kʼar in.


Haş ji xwe hebin, nebe ku ji we yek destê xwe ji kʼerema Xwedê bike û nebe ku yek nava weda bibe rʼawekî teʼl tengasîyê bide û geleka jeʼrdadayî ke.


Çimkî hûn mîna pezêd xalifî bûn, lê niha hûn li Şivan û Seʼvîyê rʼuhʼê xwe vegerʼîyane.


Bira ji we tʼu kes cefê nekʼişîne, çawa mêrkuj, yan diz, yan zulmkʼar, yan jî tʼevî şixulê xelqê bûyî.


Şivantîyê wî kerîyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin, ne ku bê dil, lê bi dil û can usa xwey kin, çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kʼara xwe, lê bi rʼezedilî,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan