Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 2:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kʼifşkirinê, (ez rʼast dibêjim, derewa nakim), necihûyarʼa bûme dersdarê bawerîyê û rʼastîyê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Û ez ji bo vê yekê peyvbêj û Şandî hatim kifşkirin – ez rast dibêjim, ez derewan nakim – ku ez ji miletan re bûme mamosteyê bawerî û rastiyê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 У бона ве йәке әз даннасинкьр у шанди һатьмә кʼьфшкьрьне, (әз рʼаст дьбежьм, дәрәԝа накьм), нәщьһуйарʼа бумә дәрсдаре баԝәрийе у рʼастийе.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 بَ وه یگه اَز کِفش بوم گو بِبِمَ واعِظ و رسول و ناو ایمان و راستیه دا بُ قَومه گو یهودی نینِن بِبِمَ ماموستا. اَز راستیه دِبِژِم، اَز دِرَوا ناگَم.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 2:7
27 Iomraidhean Croise  

Hingê cihûya hevdurʼa gotin: «Ev merivê kʼuda herʼe, ku emê Wî nebînin? Qey nêta Wî heye herʼe cem cimeʼta meye ku li nav yûnanada bela bûye û yûnana hîn ke?


Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.


Hingê Ewî minrʼa got: ‹Herʼe, Ezê te bişînime dûr cem necihûya›».


Lê min pêşîyê yêd Şamê, Orşelîmê û tʼemamîya tʼopraxêd Cihûstanêrʼa dannasîn kir, usa jî necihûyarʼa, ku tʼobe kin berbi Xwedê vegerʼin û kirêd qenc bikin, wekî bê kʼifşê ew ji gunekirinê vegerʼîyane.


Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.


Xwedê şeʼdê min e, ew Xwedêyê ku ez nava Mizgînîya Kurʼê Wîda bi dil û can xulamtîyê dikim, ez her gav we bîr tînim


Lê wê çawa gazî Wî kin, heger bawerîya xwe Wî neanîne? Yan wê çawa bawerîya xwe Wî bînin, heger bona Wî nebihîstine? Yan wê çawa bibihên, heger xeber dannasîn nebe?


Niha ez we necihûyarʼa dibêjim: Belê ez şandîyê necihûya me, qulixê xwe bilind dikim,


wekî ez nava necihûyada bibime berdestîyê Mesîh Îsa. Ez nava Mizgînîdayîna Xwedêda mîna kʼahînekî xizmetkʼarîyê dikim, ku hʼedîbûna necihûya qebûl be, bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare be.


Ez bi Mesîh bê xêlif rʼast dibêjim û îsafa min jî bi saya Rʼuhʼê Pîroz minrʼa şeʼdetîyê dide,


Ne ez aza me? Ne ez şandî me? Ne min Xudanê me Îsa bi çʼeʼva dît? Ne hûn pê xûdana min pʼara Xudan kʼetin?


Xwedêyê Bavê Xudan Îsa, ku hʼeta-hʼetayê hêjayî şikirîyê ye, zane ku ez derewa nakim.


Kurʼê Xwe minva eʼyan kir, ku nava necihûyada Wî dannasîn kim, hingê min şêwira xwe tʼu kesî nekir,


Çi ku werʼa dinivîsim, ez ber Xwedê bêxêlif dibêjim.


zanin ku meriv bi kirêd Qanûnê nikare rʼast bê hʼesabê, lê tʼenê bi Îsa Mesîh bawerkirinê. Me jî Mesîh Îsa bawer kir, wekî bi Mesîh bawerkirinê em rʼast bêne hʼesabê, ne ku bi kirêd Qanûnê, çimkî tʼu qûl-bende bi kirêd Qanûnê nikare rʼast bê hʼesabê.


Gava Aqûb, Petrûs û Yûhʼennayê ku «Stûn» dihatine hʼesabê, bona wê kʼerema ku minrʼa hatibû dayînê pê hʼesîyan, destêd xweye rʼastê çawa nîşana tʼifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em herʼine nava necihûya û ew jî herʼine nava cihûya.


Awa ewêd ku bawer dikin, tʼevî Birahîmê bawermend dua li wan tê kirinê.


Vê Mizgînîyêrʼa ez dannasînkir, şandî û dersdar hatime kʼifşkirinê


Û hʼeyfa Wî dinya pêşin jî nehat, tʼenê hʼeyşt nefs, Nuhê ku heqî dannasîn dikir, mala wîva xilaz kir gava lêyî anî ser dinya nepʼaka.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan