Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 2:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Çimkî Xwedêk heye û nava Xwedê û merivada jî navçêtîk, Mesîh Îsayê Meriv,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de jî bi tenê navberkarek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Чьмки Хԝәдек һәйә у нава Хԝәде у мәрьвада жи навчетик, Мәсиһ Исайе Мәрьв,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 چون گو تِنه خدایَگ هَیَ و تِنه واسِطَگَرَگ ژی نابَینا خدا و انسانادا هَیَ، آنی اَو انسان گو مسیحْ عیسایَ؛

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 2:5
28 Iomraidhean Croise  

Ev e rʼeqema rʼikʼinyata Îsa Mesîh, rʼikʼinyata Dawid, rʼikʼinyata Birahîm:


«Va qîza bikʼir wê hʼemle be, kurʼekê jêrʼa bibe û navê Wî Îmmanûyêl wê daynin», ku tê feʼmkirinê: «Xwedê tʼevî me ye».


Peyrʼa xulêm gotê: ‹Axayê min, te çawa eʼmir kir, min usa jî kir, lê dîsa cî heye›.


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.


Bi kesekî mayîn xilazbûn tʼune, çimkî bin pʼerʼê eʼzmênda navekî din merivarʼa nehatîye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin».


Eva Mizgînîya bona Kurʼê Wî, Xudanê me Îsa Mesîh e, ku bi bedenî ji zurʼeta Dawid bû û bi Rʼuhʼê Pîrozîyê, gava ji mirinê rʼabû, qudretêda çawa Kurʼê Xwedê xuya bû.


Li vir firqî tʼune nava cihû û necihûyada, çimkî Xudanê hʼemûya yek e, hindava wan hʼemûyada jî merʼd e, kʼîjanêd gazî Wî dikin.


Awa derheqa wan qurbanêd pʼûtaye ku merî dixwin: Em zanin ku pʼût heyîna xweva pʼûçʼ in û Xwedêkî din tʼune, pêştirî yekî.


lê bona me tʼenê Xwedêk heye, Bav, Eʼfirandarê her tiştî, em jî bona Wî hene û tʼenê Xudanek heye, Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî her tişt xuliqî ne û bi saya Wî em hene.


Bona wesîyetkirinê navçêtî ne lazim e gava wesîyet bi destê yekî tê kirinê û li vir ew yek tʼenê Xwedê ye.


Xwedê yek e, Ew Bavê hʼemûya ye, ku ser hʼemûyarʼa ye, bi hʼemûya ya Xwe dike û nava hʼemûyada ye.


Li ber Xwedêyê ku eʼmir dide hʼemû eʼfirîna û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pîlatoyê Pontîyo şeʼdetîya îqrara qenc da, ez tʼemîyê didim te,


û nêzîkî Îsayê ku navçêtîyê peymana nû dike û xûna Wîye rʼeşandî bûne, ku ji xûna Habîl qenctir xeber dide.


Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.


Lê rʼast xizmetkʼarîke hê bilind Îsarʼa hate dayînê, çawa ku Ew navçêtîyê peymaneke hê qenc dike, çimkî ev peymana li ser sozêd hê qenc hʼîmgirtî ye.


Bona vê yekê Mesîh navçêtîya peymana nû dike, wekî yêd gazîkirî wî warê hʼeta-hʼetayê bistînin, kʼîjan ku Xwedê soz daye, çimkî mirina Wî bona azayîya ji neheqîyêd wan bû, yêd ku dema peymana pêşinda kiribûn.


Zarʼokêd min, ez vê yekê werʼa dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye.


Nava wan şemdanada «yekî mîna Kurʼê Mêriv» hebû, kʼinceke dirêje hʼeta niga lê bû û melaxtekî zêrʼîn li sîngê Wî bû.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan