Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 2:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Awa ez hîvî dikim, berî her tiştî bona hʼemû meriva dua bikin, rʼeca kin, lava kin, rʼazîbûnê bidin,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Îcar berî her tiştî ez ji we dixwazim ku ji bo hemû mirovan lava, dua, mehder û spasî bê kirin,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Аԝа әз һиви дькьм, бәри һәр тьшти бона һʼәму мәрьва дӧа бькьн, рʼәща кьн, лава кьн, рʼазибуне бьдьн,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 پِش همو دِشدی دا، اَز اصراره دِگَم گو بُ تواوی مِرُوا داخازی، دعا، شفاعت و شُکُر گِرِن بِتَ گِرِن و

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 2:1
26 Iomraidhean Croise  

Xwedê dîna Xwe nedaye hʼemû zemanêd ku merivayîyê Ew nas nekirîye, lê niha her dera tʼemî li hʼemû meriva dike, ku ji gunekirinê vegerʼin.


Berê pêşin ez bi destê Îsa Mesîh bona we hʼemûya rʼazîbûnê didime Xwedêyê xwe, çimkî bawerîya we tʼemamîya dinyayêda tê gotinê.


Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.


Min ev yeka ser her tiştîrʼa, çawa stand, usa jî da we, ku Mesîh bona gunêd me mir, li gora nivîsara


Îdî hingê me ji Tîto hîvî kir, ku ew wî şixulê qencî ku nava weda destpêkir, xilaz ke jî.


Awa ez ji we hîvî dikim, ku hûn ber xwe nekʼevin, bona wan cefayêd ku ez bona we dikʼişînim. Evana bona rʼûmeta we ne.


Her gav bona her tiştî rʼazîbûnê bidine Bav Xwedê, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh.


Bi hʼemû dua û rʼeca her gav dua bikin pê Rʼuhʼê Pîroz. Ser vê yekê hʼişyar bimînin û bona tʼemamîya cimeʼta Xwedê tʼimê dua bikin.


Ez şikirîya xwe Xwedêyê xwe tînim gava her gav we bîr tînim,


Bona tʼu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, rʼazîbûnêva tʼevayî, Xwedêva eʼyan be.


Bira Xudan hʼizkirina we hindava hev û hʼemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


ku dixwaze hʼemû meriv xilaz bin û rʼastîyê nas kin.


Jinebîya eʼdetî ew e, ya ku tʼenê maye û gumana xwe danîye ser Xwedê, şev û rʼojêd xwe bi dua û rʼeca derbaz dike.


Li xulamê Xudan nakʼeve, ku şerʼ bike, lê hindava hʼemûyada berbihêr be, bikaribe hîn ke û bînfire be,


Çimkî kʼerema Xwedê bona xilazbûna hʼemû meriva xuya bû,


Hindava tʼu kesekîda xirab xeber nedin, şerʼûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayîya xwe hindava hʼemû merivada bidine kʼifşê.


Lê em muhʼtac in wekî ji we her yek hʼeta xilazîyê wê xîretê bide kʼifşê, ku gumana we hʼîmgirtî bimîne.


Lema ber hev gunêd xwe bidine rʼûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Duayê yê rʼast gelekî qewat e û hʼukum dike.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan