Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 1:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 û guh nedine çʼilovîskîya û rʼeqema silsileta ku xilazîya wan tʼune. Ev yek hê şerʼ-deʼwa tʼevrʼadike, ne ku tʼivdîra Xwedêye ku bi bawerîyê tê naskirinê mîyaser dike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 û xwe nedin çîrok û navnameyên malbatî yên ku dawiya wan nayê. Ew ji pêkanîna karê Xwedê yê ku bi baweriyê ye zêdetir, dibin sedemê devjeniyan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 у гӧһ нәдьнә чʼьловискийа у рʼәԛәма сьлсьләта кӧ хьлазийа ԝан тʼӧнә. Әв йәк һе шәрʼ-дәʼԝа тʼәврʼадькә, нә кӧ тʼьвдира Хԝәдейә кӧ бь баԝәрийе те наскьрьне мийасәр дькә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 نه ژی خو وَقفی چیروکا و داره مالباته گو خُلاصی چِنینِن بِگَن، چون گو دِشده وِسا بَدَلا هِنده گو شُلا خدا گو بِ رِیا ایمانه دِتَ گِرِن، زِدَتِر گَن، باعیثه بَحثا دِبِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 1:4
19 Iomraidhean Croise  

Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Gerekê we bihîstibe, ku ev wekʼîltîya kʼerema Xwedê bona we minrʼa hatîye dayînê.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Xwe ji çʼilovîskîyêd pîraye hʼeram dûr xwey ke. Xwe xwedênasîyêda hîndar ke.


Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe.


Tîmotʼêyo! Çi ku li te hate spartinê xwey ke. Ji gotinêd pʼûçʼe hʼeram û şerʼ-deʼwa dûr be, ku bi derew navê «zanebûn» dane ser.


Van tişta bîne bîra cimeʼtê, li ber Xwedê bike deynê stûyê wan, ku ser xebera hevrʼa nekʼevine deʼwê. Ew kêrî tʼu kesî nayê, tʼenê mala guhdara xirab dike.


Ji dilxwestinêd cahiltîyê birʼeve, xwe li heqîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, eʼdilayîyê bigire, tʼevî wan be, yêd ku bi dilê sax gazî navê Xudan dikin.


Tu xwe ji deʼw-dozêd axmaxe bêfeʼm dûr bigire, çimkî tu zanî ku şerʼ ji wan pêşda tên.


Wê guhê xwe ji rʼastîyê dagerʼînin û pey çʼilovîskîya kʼevin.


Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser rʼastîyê, anegorî xwedênasîyê,


û guh nedine çʼilovîskîyêd cihûya û tʼemîyêd wan merivêd ku ji rʼastîyê dagerʼîyane.


Lê tu xwe ji deʼw-dozêd axmaxtî, rʼeqema silsileta, hevrʼikʼîyê û şerʼ-deʼwêd li ser Qanûnê dûr bigire, çimkî ew bêkêr û bêkʼar in.


Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.


Em ne ku pey çʼilovîskîyêd hostatîye berxwederxistî kʼetibûn gava me derheqa qewat û hatina Xudanê me Îsa Mesîhda werʼa got, lê me bi çʼeʼvêd xwe mezinayîya dîndara Wî dît.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan