Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 1:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Tîmotʼêyoyê lawê xweyî bawerîyêdayî heq-hʼelalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

2 ji Tîmotêyos re, yê ku di baweriyê de kurê min ê rast e: Ji Bav Xwedê û ji Xudanê me Mesîh Îsa rehm, kerem û aştî li ser te be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

2 Тимотʼейойе лаԝе хԝәйи баԝәрийедайи һәԛ-һʼәлалрʼа: Дә бьра рʼәʼм, кʼәрәм у әʼдьлайи жь Бав Хԝәде у Мәсиһ Исайе Хӧдане мә ль тә бә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 بُ تیموتائوس، گو ناو ایمانه دا زارویه مِن یه راستَ: لطف و رَحمت و آشتی و سِلامتی ژه آلیه خدایه باب و خادیه مَ مسیحْ عیسیْ سَر تَ بیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 1:2
18 Iomraidhean Croise  

Ji we hʼemûyarʼa, hʼizkirîyêd Xwedêye pîrozbûnêrʼa gazîkirî, ku Rʼomayêda dimînin, kʼerem û eʼdilayî be, ji Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh.


De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be,


û Tîmotʼêyoyê birayê me, yê ku tʼevî me bona Xwedê, Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we,


Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me rʼazî me, Yê ku qewat da min, ez amin hʼesab kirim, danîme ser vê xizmetkʼarîyê.


Vê tʼemîyê ez didime te, lawê min Tîmotʼêyo, li gora wan pʼêxembertîyêd ku pêşda bona te bûn, wekî tu bi wan şerʼê xweyî qenc bikî,


Tîmotʼêyo! Çi ku li te hate spartinê xwey ke. Ji gotinêd pʼûçʼe hʼeram û şerʼ-deʼwa dûr be, ku bi derew navê «zanebûn» dane ser.


Tîmotʼêyoyê lawê xweyî delalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.


Awa lawê min, bi wê kʼerema meye ku yektîya Mesîh Îsada ye qewat be.


Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.


Kalemêr bira xwegirtî, giran û maqûl bin, bawerîyê, hʼizkirinê û sebirêda serxwe bin.


Hʼemûyêd tʼevî min li te silav dikin. Silavê bide wan, yêd ku bawerîyêda me hʼiz dikin. Kʼerema Xwedê we hʼemûyarʼa be.


Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdarîya Îsa Mesîh bikin û bi xûna Wîye rʼêtî bêne paqijkirinê: De bira kʼerem û eʼdilayî hê li we zêde be.


De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Îsa Mesîhê Kurʼê Bavê, bi rʼastîyê û hʼizkirin merʼa be.


Şabûna mine ji vê mestir tʼune, çaxê dibihêm ku zarʼêd min nava rʼastîyêda dijîn.


De bira rʼeʼm, eʼdilayî û hʼizkirin hê li we zêde be.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan