Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo I 1:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Vê tʼemîyê ez didime te, lawê min Tîmotʼêyo, li gora wan pʼêxembertîyêd ku pêşda bona te bûn, wekî tu bi wan şerʼê xweyî qenc bikî,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

18 Ey kurê min Tîmotêyos, ez li gor wan pêxemberîtiyên ku ji pêşî ve li ser te hatibûn kirin, vê tembîhê dispêrim te, da ku tu bi wan tekoşîna qenc bikî

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

18 Ве тʼәмийе әз дьдьмә тә, лаԝе мьн Тимотʼейо, ль гора ԝан пʼехәмбәртийед кӧ пешда бона тә бун, ԝәки тӧ бь ԝан шәрʼе хԝәйи ԛәнщ бьки,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 زارویه مِن، تیموتائوس، اَز وه اَمره گورَیَگی وان نَبوَته گو پِشتِر راستا تَدا قَوِمین، دِسپارِمَ تَ گو بِ آریکاریا وان ناو شَره قَنج دا، شَری بِگَی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo I 1:18
19 Iomraidhean Croise  

Hingê Pawlos hate Dêrbê û Lîstrayê. Li wir şagirtek hebû navê wî Tîmotʼêyo, kurʼê kʼulfeteke cihûye bawermend bû, lê bavê wî yûnan bû.


Bona vê yekê min Tîmotʼêyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan rʼê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we, ku ez çawa li her dera, hʼemû civîna hîn dikim.


Kʼîjan esker ji kʼîsê xwe eskerîyê dike? Kʼî rʼez datîne û berê wê naxwe yan yê li ber pêz e şîrê pêz venaxwe?


Lê hûn xwexa zanin ku ew yekî çawayî cêrʼibandî ye û xwexa tʼevî min Mizgînîdayînêrʼa usa xizmetî kir, çawa kurʼ bavêrʼa.


Tîmotʼêyoyê lawê xweyî bawerîyêdayî heq-hʼelalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Hindava wê pʼêşkʼêşa xweye rʼuhʼanîda bê xem nîbe, ya ku bi pʼêxembertîyê terʼa hatîye dayînê, gava berpirsîyara destê xwe danîne ser te.


Her tiştê ku Xwedê eʼfirandîye qenc e û tiştekî hʼeram têda tʼune, heger bi rʼazîbûn tê qebûlkirinê,


Tîmotʼêyo! Çi ku li te hate spartinê xwey ke. Ji gotinêd pʼûçʼe hʼeram û şerʼ-deʼwa dûr be, ku bi derew navê «zanebûn» dane ser.


Tîmotʼêyoyê lawê xweyî delalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.


Lecêda ez qenc rʼevîm, min rʼîya xwe qedand, bawerî xwey kir.


Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.


bona lawê xwe Onîsîmo hîvî ji te dikim, yê ku qeydê minda çawa kurʼek minrʼa dinê kʼet.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan