Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Selanîkî II, 2:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Û paşê Ewê Neheqîyê wê kʼifş be, ku Xudan Îsayê bi hulma devê Xwe wî unda ke û bi xuyabûna şewqa Xweva wî kʼuta ke.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Û hingê yê bêqanûn wê xuya bibe, ku Xudan Îsa wê bi hilma devê xwe wî bikuje û wê bi şewqa hatina xwe wî helak bike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 У паше Әԝе Нәһәԛийе ԝе кʼьфш бә, кӧ Хӧдан Исайе бь һӧлма дәве Хԝә ԝи ӧнда кә у бь хӧйабуна шәԝԛа Хԝәва ԝи кʼӧта кә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 هِنگه اَوه به دین دیه دووهار بیت، هَمَن اَوه گو عیسیْ خاده اَوی دیه بِ نَفَسا دَوْه خو بِگُژیت و بِ شُکوه و جلالا هاتنا خو اَوی دیه بَین بِبَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Selanîkî II, 2:8
34 Iomraidhean Croise  

Her kesê ku xebera Pʼadşatîyê dibihê û feʼm nake, yê Xirab tê tʼoximê dilê wîda çandî dirʼevîne. Eva ew in ku devê rʼê hatine çandinê.


Eʼrd dinya ye, tʼoximê qenc jî merivêd pʼara Pʼadşatîyê ne, lê zîwan merivêd pʼara yê Xirab in.


Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv bi Pʼadşatîya Xweva tê nebînin».


û Xwedê yêd dinêbêxebere bêrʼûmet û yêd ne tʼu tişt bijartin, ku heyînêd berbiçʼeʼv rʼet ke herʼe,


Bira tʼu kes we tʼu tiştîva nexapîne, çimkî ew Rʼoj nayê, hʼeta ku rʼaberîbûn pêşda neyê û ew Merivê Neheqîyêyî pʼara ceʼnimê kʼifş nebe.


ku tu vê tʼemîyê bêlekʼe û bêqusûr xwey kî, hʼeta xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh.


Lê niha bi xuyabûna Xilazkirê me Mesîh Îsa eʼyan bû, ku mirin betal kir û jîyîna bê mirin, bi Mizgînîyê rʼonayî kir.


Awa li ber Xwedê û wî Mesîh Îsayê ku wê dîwana mirî û zêndîya bike, ez bi camêrî dibêjim, tu li wê hatin û Pʼadşatîya Wî kî:


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


lê tʼenê bi lerizekê dimîne hîvîya dîwanê û kʼûra agir, ku wê yêd miqabilî Xwedê hʼûfî xwe ke.


Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda heye. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn ser yê Xirab kʼetin.


Mîna Qayîn nîbin, ku ji yê Xirab bû û birê xwe kuşt. Û bona çi ew kuşt? Çimkî kirêd wî xirab bûn, lê yêd birê wî qenc.


Em zanin her zarʼeke Xwedê nav gunada namîne, lê Nixurîyê Xwedê wî xwey dike û yê Xirab nêzîkî wî nabe.


Destê Wîyî rʼastêda hʼeft steyrk hebûn û ji devê Wî şûrekî dudevîyî tûj derdikʼet. Rʼûyê Wî mîna rʼoyê bû ku tʼemamîya qewata xweva şewq dide.


Evî ceʼnewirîrʼa îzin hate dayînê ku devê xwe bêmeʼrîfet veke û kʼifirîya bike, usa jî wîrʼa hate dayînê, ku çil du meha bi hʼukumê xwe bike.


Ji devê Wî şûrekî tûj derdikʼet, wekî li mileta xe. Ewê pê şivdara hʼesinî şivantîyê li wan bike, wî hʼewzê şerava xezeba Xwedêyê Hʼemû Zorayîyêda wan bihʼincirʼîne.


Awa ji gunekirinê vegerʼe, heger na, Ezê zûtirê bême cem te û pê şûrê devê Xwe tʼevî wan meriva şerʼ kim.


Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan