Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Selanîkî II, 2:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 û yêd ku unda dibin bi her cûrʼe neheqîya bixapîne. Ewana unda dibin, çimkî wana rʼastî hʼiz nekir û qebûl nekir ku xilaz bin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 û ji bo yên ku helak bibin, wê bi hemû xapandina neheqiyê be; çimkî wan ji bo xilasbûna xwe hezkirina rastiyê qebûl nekir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 у йед кӧ ӧнда дьбьн бь һәр щурʼә нәһәԛийа бьхапинә. Әԝана ӧнда дьбьн, чьмки ԝана рʼасти һʼьз нәкьр у ԛәбул нәкьр кӧ хьлаз бьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 و گَل هر جورَ حیله پیسیتیه بُ اَونه گو بَین دِچِنِن، چون اَوان نَخاست گو هَژَ راستیه بِگَن و وِسا نجاته پَیدا گَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Selanîkî II, 2:10
29 Iomraidhean Croise  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


Çimkî Xwedê Kurʼê Xwe neşande dinyayê, ku dîwana dinê bike, lê wekî dinya pê Wî xilaz be.


Lê Ez ne hʼewcê şeʼdetîya meriva me, Ez tʼenê van tişta dibêjim, wekî hûn xilaz bin.


Xûşk-birano! Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye.


Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.


Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.


Rʼast e hînkirina derheqa xaçda undabûyîyarʼa bêhʼişî ye, lê me xilazbûyîyarʼa, qewata Xwedê ye.


Heger yek Xudan hʼiz nake, bira nifirʼ li wî be. «Maranatʼa».


Lê na, yêd usa şandîyêd derew in, pʼalêd qelp in, xwe dikine dilqê şandîyêd Mesîhe rʼast.


Hilbet ne tiştekî mezin e, ku xizmetkʼarêd wî jî bikʼevine dilqê xizmetkʼarêd heqîyê. Axirîya wanê weke eʼmelêd wan be.


Çimkî em bîna Mesîhe xweş in li ber Xwedê, hin nava xilazbûyîyada, hin nava undabûyîyada.


Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin.


Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.


Vana dikir, wekî em necihûyarʼa xeber nedin, ku ew xilaz bin. Bi vê yekê her gav kʼasa xweye guna dadigirtin û heyneser xezeb anîne serê xwe.


wekî dîwana wan her kesî bibe, yêd ku rʼastî bawer nekirine, lê kʼêfa wan neheqîyêrʼa hat.


Lê em gerekê her tʼim bona we ji Xwedê rʼazî bin, xûşk-birayêd ji alîyê Xudanda hʼizkirî. Çimkî Xwedê serê-sêrîda hûn bijartin, wekî bi Rʼuhʼ bêne buhurtî-jibarekirinê, rʼastîyê bawer bikin û xilaz bin.


ku dixwaze hʼemû meriv xilaz bin û rʼastîyê nas kin.


Lê her rʼoj dil bidine hev, hʼeta ku nivîsarêda bona me «îro» heye, wekî ji we tʼu kes bi guna nexape, nebe serhʼişk.


Ev merivana mîna hʼeywanêd bêzare-bêziman in, bi qafê xweye vala têne rʼêberîkirinê, ku bona nêçʼîr û kuştinê dinê kʼetine, wan tişta bêhurmet dikin ku nizanin ew çi ne, evê jî mîna wan hʼeywana unda bin herʼin.


Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan