Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Selanîkî I, 3:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Lê niha Tîmotʼêyo ji cem we ser meda vegerʼîya û mizgînîya bawerî û hʼizkirina we da me. Wî got, ku we em xweş bîra xweda xwey kirine û hʼeyra meda ne, çawa em jî ya weda.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Lê niha Tîmotêyos ji ba we vegeriya û Mizgîniya bawerî û hezkirina we da me. Wî got ku we hergav bi qencî em dianîn bîra xwe û wek ku em bêriya we dikin, hûn jî wisa bêriya me dikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Ле ньһа Тимотʼейо жь щәм ԝә сәр мәда вәгәрʼийа у мьзгинийа баԝәри у һʼьзкьрьна ԝә да мә. Ԝи гот, кӧ ԝә әм хԝәш бира хԝәда хԝәй кьрьнә у һʼәйра мәда нә, чаԝа әм жи йа ԝәда.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 بله نَهَ تیموتائوس ژه لاره وَ زُوِریَ و هاتیَ لاره مَ و اَوی ژه ایمان و مُحبّتا وَ خَبَره خوش بُ مَ اینانَ و گُتیَ گو اون همو جاره مَ بِ مِهربانیه تینِنَ بیراخو و وَ اشتیاقا هِنده هَیَ گو اون مَ بِبینِن، هَ وِسا گو مَ ژی اشتیاقا دیتِنا وَ هَیَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Selanîkî I, 3:6
24 Iomraidhean Croise  

Hingê Pawlos hate Dêrbê û Lîstrayê. Li wir şagirtek hebû navê wî Tîmotʼêyo, kurʼê kʼulfeteke cihûye bawermend bû, lê bavê wî yûnan bû.


Ji wir şûnda Pawlos ji Atʼînê rʼêkʼet hate Korintʼê.


Gava Sîlas û Tîmotʼêyo ji Mekedonyayê hatin, Pawlos bi xîret tʼemamîya wextê xwe da hînkirina Xeberê û cihûyarʼa şeʼdetî dida ku Mesîh, Îsa ye.


Ez pʼeyê we didim, wekî hûn hʼemû derecada min bîr tînin û ew rʼaw-rʼizimêd ku min dane we pêk tînin.


Awa niha ev hersêk dimînin: Bawerî, guman û hʼizkirin. Lê hʼizkirin ser wanrʼa ye.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Xwedê şeʼdê min e, ku ez bi hʼuba Mesîh Îsa çiqasî hʼeyra we hʼemûyada me.


çimkî me bona wê bawerîya weye ser Mesîh Îsa û wê hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye.


Eva silava min Pawlos e, min bi destê xwe nivîsî. Qeydêd min bîr nekin! Kʼerema Xwedê werʼa be.


Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.


Lê em xûşk-birano, rʼast e demeke kin rʼû bi rʼû ji hev xerîb kʼetin, (lê ne bi dila), em hê kʼetine demana dîtina rʼûyê we.


Ew xebat û cefê me tê bîra we xûşk-birano? Em şev û rʼoj dixebitîn, ku ser we tʼu kesî nebine bargiranî, gava me Mizgînîya Xwedê werʼa dannasîn kir.


Awa xûşk-birano, nava hʼemû teʼlî û tengîyêd meda bi eşqî wê bawerîya we bîn hate ber me,


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Ez ji Xwedê rʼazî me, ku mîna pêşîyêd xwe bi îsafa rʼihʼet Wîrʼa xulamtîyê dikim, her gav şev û rʼoj nava duayêd xweda te bîr tînim.


çimkî bona wê hʼizkirina teye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda û bawerîya teye hindava Xudan Îsada dibihêm.


Girtîya bîr bînin, hʼesab kin ku çawa hûn jî tʼevî wan girtî ne, usa jî cefakʼêşa bîr bînin, çawa ku hûn jî mîna wan xûn û goşt in.


Rʼêberêd xwe bîr bînin, yêd ku werʼa xebera Xwedê gotine. Dîna xwe bidine axirîya eʼmirê wan û çʼeʼv bidine bawerîya wan.


Û ev e tʼemîya Wî, ku em bawerîya xwe navê Kurʼê Wî Îsa Mesîh bînin û em hevdu hʼiz bikin, çawa ku Ewî tʼemî li me kir.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan