Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Selanîkî I, 3:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Bona vê yekê min îdî sebir nekir, Tîmotʼêyo şand, wekî ez haş ji bawerîya we hebim, ku nebe Cêrʼibandkir hûn cêrʼibandibin û cefê me deya herʼe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Ji bo vê yekê, êdî min nikaribû ez xwe bigirim, min Tîmotêyos şand ku ez baweriya we bizanim. Nebe ku Yê Diceribîne hûn ceribandibin û keda me badîhewa çûbe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Бона ве йәке мьн иди сәбьр нәкьр, Тимотʼейо шанд, ԝәки әз һаш жь баԝәрийа ԝә һәбьм, кӧ нәбә Щерʼьбандкьр һун щерʼьбандьбьн у щәфе мә дәйа һәрʼә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بَر خاطره وه یگه وقته مِن ایدی نَگاری اَز تحمل گَم، مِن تیموتائوس رِگِر گو اَز خَبَرَگه ژه ایمانا وَ بِستینِم، چون اَز دِتِرسیام گو اَوه وَسوَسَگَر آنی ابلیس، اون جورَیَگه وَسوَسَ گِره بِن و زحمته مَ آوِرا چو بِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Selanîkî I, 3:5
20 Iomraidhean Croise  

Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan».


Çend rʼoja şûnda Pawlos gote Barnabas: «Were em vegerʼin serîkî bidine wan xûşk-bira, kʼîjanarʼa me hʼemû bajarada xebera Xudan dannasîn kirîye, dîna xwe bidinê kʼa hʼalê wan çawa ye».


Ji hevdu na-na nekin, pêştirî wê demê, gava hûn bi hevrʼa bona wextekê tʼifaq qirar dikin wekî xwe bidine duakirinê, lê paşê dîsa li hev vegerʼin, ku mîrêcin we necêrʼibîne ji dest bêtʼawîya we.


wekî mîrêcin piştê li me neşkêne, çimkî em haş ji hʼunurêd wî hene.


Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be.


Ez çûm, çimkî Xwedê ber min vekir, ku herʼim. Û min ew Mizgînî li wan da hʼesandinê, ya ku ez nava necihûyada dannasîn dikim, lê ev yek min yêd serekerʼa başqe digot. Min nexwest ku ez badîhewa bibezim yan bezîbim.


Ez bona we ditirsim, ku ew şixulê min bona we kirîye deya herʼe.


Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.


çawa yêd xebera jîyînê hilgirtî. Ezê hingê Rʼoja hatina Mesîh rʼûspî bim, ku badîhewa nebezîme û badîhewa nexebitîme.


Gumana min ser Îsa Xudan heye, ku ezê zûtirekê Tîmotʼêyo ser weda bişînim, ku dilê min rʼihʼet be, gava ez hʼalê we pê bihʼesim.


Hûn xwexa jî zanin xûşk-birano, ku em badîhewa nehatine cem we.


Lê niha Tîmotʼêyo ji cem we ser meda vegerʼîya û mizgînîya bawerî û hʼizkirina we da me. Wî got, ku we em xweş bîra xweda xwey kirine û hʼeyra meda ne, çawa em jî ya weda.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan