Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Selanîkî I, 3:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 De bira Xwedê, Bavê me xwexa û Xudanê me Îsa rʼîya me rʼast ke, em bêne cem we.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 De bila Bavê me Xwedê bi xwe û Xudanê me Îsa berê riya me bide we.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Дә бьра Хԝәде, Баве мә хԝәха у Хӧдане мә Иса рʼийа мә рʼаст кә, әм бенә щәм ԝә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 خدایه مَ، بابو بوخو و خادیه مَ عیسی، رِیا مَ بُ آلیه وَ وَگَت،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Selanîkî I, 3:11
28 Iomraidhean Croise  

Heger hûn neheqîyêd merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî Eʼzmana jî wê we bibaxşîne.


wekî meriv nizanibin ku tu rʼojî yî, lê tʼenê Bavê teyî ku nayê dîtinê zanibe. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


Dîna xwe bidine teyredêd eʼzmên. Ewana ne dirʼeşînin, ne didirûn û ne jî eʼmbarada dicivînin, lê Bavê weyî Eʼzmana rʼisqê wan digihîne. Ne hûn ji wan qîmettir in?


Pʼûtpʼarist li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê weyî Eʼzmana zane ku hûn hʼewcê wan hʼemû tişta ne.


ku xêrêd te dizîva bin. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


Lê çaxê tu dua dikî, bikʼeve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwerʼa ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


«Dengek berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan hazir bikin û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin›».


Çimkî pʼûtpʼaristêd dinyayê li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê we zane ku hûn hʼewcê wan tişta ne.


Netirse, kerîyê pêzî biçʼûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku pʼadşatîyê bide we.


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


Eva Mizgînîya bona Kurʼê Wî, Xudanê me Îsa Mesîh e, ku bi bedenî ji zurʼeta Dawid bû û bi Rʼuhʼê Pîrozîyê, gava ji mirinê rʼabû, qudretêda çawa Kurʼê Xwedê xuya bû.


Bavê we bim, hûnê jî kurʼ û qîzêd Min bin, Xudanê Hʼemû Zorayîyê dibêje».


Yê ku canîya Xwe anegorî eʼmirê Bavê me Xwedê ji ber gunêd meva da, wekî me ji vî zemanê nihayî xirab xilaz ke.


cimeʼta Xwedêrʼa, wan xûşk-birayêd amine yektîya Mesîhda ku Kolosyayêda dimînin: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me li we be.


De bira Ew dilê we bişidîne, wekî hûn pîrozîyêda bêqusûr bin, li ber Xwedê Bavê me, wextê hatina Xudanê me Îsa, hʼemû pîrozêd Xweva tʼevayî.


Xudanê xwexa bi eʼlametîke fermanî, bi dengê serekmilyakʼet û lêxistina borʼîya Xwedê ji eʼzmên bê xwarê û ew mirîyêd ku bawerîya xwe Mesîh anîbûn, wê pêşîyê ji mirinê rʼabin,


De bira Xwedêyê ku eʼdilayîyê dide, Xwexa we lap buhurtî-jibare ke, tʼemamîya rʼuhʼ, nifûs û qalibê we bêqusûr xwey ke, hʼeta hatina Xudanê me Îsa Mesîh.


De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me,


De bira Xudanê eʼdilayîyê xwexa, her gav, her alîyîva eʼdilayîyê bide we. Xudan tʼevî we hʼemûya be.


De bira Xudan mêla we bide ser hʼizkirina Xwedê û sebira Mesîh.


Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir.


Min ji tʼext dengekî bilind bihîst ku got: «Va ye konê Xwedê nava merivada! Ewê Xwexa nav wanda bijî, ewana wê bibine cimeʼta Wî û Xwedê Xwexa jî wê tʼevî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan