Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Selanîkî I, 2:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Ew xebat û cefê me tê bîra we xûşk-birano? Em şev û rʼoj dixebitîn, ku ser we tʼu kesî nebine bargiranî, gava me Mizgînîya Xwedê werʼa dannasîn kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

9 Birano, ew ked û zehmetê me tê bîra we? Çaxê ku me Mizgîniya Xwedê ji we re dida, em şev û roj dixebitîn ku em ji kesek ji we re nebin bargiranî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

9 Әԝ хәбат у щәфе мә те бира ԝә хушк-бьрано? Әм шәв у рʼож дьхәбьтин, кӧ сәр ԝә тʼӧ кәси нәбьнә баргьрани, гава мә Мьзгинийа Хԝәде ԝәрʼа даннасин кьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 چون گو گَلی بِرایا، زحمت و ایزایا مَ بیرا وَدا یَ، مَ شَو و رُژ شُل گِر گو وقته اَم انجیلا خدا بُ وَ وَعظ دِگَن، اَم بُ چی یگ ژه وَ نَبِنَ بارگِرانی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Selanîkî I, 2:9
35 Iomraidhean Croise  

Gelo Xwedê jî bijartîyêd Xwerʼa wê heqîyê neke, yêd ku şev û rʼoj hewara xwe Wî datînin? Yan Ewê caba wan derengî bêxe?


Ew jinebîke hʼeyştê çar salî bû û ji pʼaristgehê dûr nedikʼet, şev û rʼoj bi dua û rʼojîya Xwedê dihʼeband.


cem wan ma û tʼevî wan xebitî, çimkî pʼêşê wan yek bû, kon çêdikirin.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Bona vê yekê hʼişyar bimînin û bîr nekin, ku min hûn her kes, sê sala şev û rʼoj bê rʼihʼetî bi hêsira şîret kirine.


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


wekî ez nava necihûyada bibime berdestîyê Mesîh Îsa. Ez nava Mizgînîdayîna Xwedêda mîna kʼahînekî xizmetkʼarîyê dikim, ku hʼedîbûna necihûya qebûl be, bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare be.


bi qewata nîşana û kʼeremeta, bi qewata Rʼuhʼê Xwedê. Û bi vî awayî ez ji Orşelîmê girtî hʼeta Îlîrkûmê gerʼîyam, Mizgînîya Mesîhva tʼijî kir.


Em bi destê xwe dixebitin, bi xûdana xwe dijîn. Gava me rʼezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin,


Lê min ji van îzina qet yek pêk neanî, ne jî niha dinivîsim ku van îzina pêk bînim. De bira ez bimirim, ne ku yek rʼûspîtîya min betal ke.


Awa îdî çi ye xelata min? Ev e, ku ez dannasînîya xweda Mizgînîyê bê heq bidim, îzina xwe Mizgînîdayînêda bi zora xwe pêk neynim.


Gelo îzina me tʼune em ji ber xebata xweva bixwin û vexwin?


Dixebitîm, diçerçirîm, gelek cara xewê şeva nedikir, tʼî-birʼçî, gelek cara bê nan, sermê û bêsitʼarîyêda bûm.


Û gava ez li cem we bûme hʼewcê tiştekî, min giranî neda ji we tʼu kesî, çimkî ew bawermendêd ku ji Mekedonyayê hatibûn, çi kêmasîyêd min hebûn, wana destê xwe dirêjî min kir. Belê min her alîyava kirîye ku giranîyê nedime we û dikim ku nedim jî.


lêdanada, kelada û her alîyava hʼicûmkirî, kʼesirî, bêxew, birʼçî,


Çimkî carekê-duda ew tiştêd minrʼa kêrhatî we hʼeta Tʼêsalonîkîyê jî şandin.


Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.


Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa kʼişandibû û hatibûne rʼezîlkirinê, çawa hûn zanin, paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê werʼa bêjin.


Ne jî em navê xwe gerʼîyan, ne nava weda, ne nava yêd mayînda,


Em şev û rʼoj bi dil û can rʼeca dikin, ku rʼûyê we bibînin û kêmasîya bawerîya we tʼijî kin.


Ev hînkirin li Mizgînîya xweyîrʼûmete Xwedêyê hêjayî şikirîyê digire, kʼîjan li min hatîye spartinê.


Bona vê yekê em dixebitin û diçerçirin, çimkî em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin, ku Xilazkirê hʼemû meriva ye, îlahî Yê bawermenda.


Jinebîya eʼdetî ew e, ya ku tʼenê maye û gumana xwe danîye ser Xwedê, şev û rʼojêd xwe bi dua û rʼeca derbaz dike.


Ez ji Xwedê rʼazî me, ku mîna pêşîyêd xwe bi îsafa rʼihʼet Wîrʼa xulamtîyê dikim, her gav şev û rʼoj nava duayêd xweda te bîr tînim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan