Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Selanîkî I, 1:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Û we jî çʼeʼv da me û Xudan, nava gelek tengasîyada xeber qebûl kir, bi eşqa Rʼuhʼê Pîroz şa bûn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Û hûn bûn mirovên ku mîna me û mîna Xudan dikin; we di nav gelek tengahiyan de bi şahiya Ruhê Pîroz peyv qebûl kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 У ԝә жи чʼәʼв да мә у Хӧдан, нава гәләк тәнгасийада хәбәр ԛәбул кьр, бь әшԛа Рʼӧһʼе Пироз ша бун.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 وَ ژه مَ و خاده نمونَ گِرت، چون گو وَ بِ گَلَک ایزایا، بِ شادیا گو رِحا مُقدسا خدا دِدَت، کلاما خدا قَبول گِر،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Selanîkî I, 1:6
33 Iomraidhean Croise  

Hingê Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê.


Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».


û şagirt bi şabûnê û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bûn.


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Awa civîn li tʼemamîya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê demekê eʼdilayîyêda bû, rʼuhʼanîyêda ava dibû, bi xofa Xudan û bi dildayîna Rʼuhʼê Pîroz pêşda diçû, bawermend zêde dibûn.


Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û eʼdilayîyêva bikʼimkʼimîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata Rʼuhʼê Pîroz zêde be.


Çʼeʼv bidine min, çawa ez jî çʼeʼv didime Mesîh.


Ez pʼeyê we didim, wekî hûn hʼemû derecada min bîr tînin û ew rʼaw-rʼizimêd ku min dane we pêk tînin.


Awa hîvî ji we dikim, çʼeʼv bidine min.


em çawa yêd zelûlîyêda ne, lê em her tʼim şa ne, çawa yêd belengaz, lê em geleka dewletî dikin, çawa kʼifş dibe yanê tiştekî me tʼune, lê her tiştêd me hene.


Û ne haqas çiqas ku gumana me hebû, lê canîya xwe pêva pêşîyê dane Xudan û paşê me, bi eʼmirê Xwedê.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Awa çʼeʼv bidine Xwedê, çawa zarʼêd hʼizkirî


Çʼeʼv bidine min xûşk-birano û dîna xwe bidine wan, yêd ku usa xwe xwey dikin, çawa ku me bi rʼabûn-rʼûniştina xwe nîşanî we kirîye.


Lema em xwexa jî nava civînêd Xwedêda pê we difirʼin, bona sebir û bawerîya we, çimkî hûn wan hʼemû zêrandin û tengasîya dikʼişînin, yêd ku têne serê we.


Hûn xwexa zanin ku gerekê hûn çʼeʼv bidine me, çimkî em nava weda bêpʼergal-bêxîret nîbûne,


Ne ku îzina me tʼunebû, lê me nexşê xwe nîşanî we kir, ku hûn çʼeʼv bidine me.


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


Hûn dikʼetine hʼalê girtîya jî û gava hebûka we jî tʼalan kirin, hûn bi wê yekê eşq û şa bûn, çimkî we xwexa zanibû ku hebûka weye hê qenc û her tʼim heye.


Hûn bi wê şa dibin, rʼast e niha jî usa diqewime ku hûn hinekî meʼdekirî ne, ji dest cûrʼe-cûrʼe cêrʼibandina.


We Ew nedîtîye, lê hûn Wî hʼiz dikin, niha jî nabînin, lê bawerîya xwe Wî tînin û şa ne bi wê eşqa mezine xweyîrʼûmet, ku bi zara nayê gotinê.


Kʼî wê xirabîyê li we bike, heger hûn demana qencîkirinêda bin?


Delalo, çʼeʼv nede xirabîyê, lê qencîyê. Ewê ku qencîyê dike, ji Xwedê ye, lê ewê ku xirabîyê dike, ewî Xwedê nedîtîye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan