Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 9:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Ev yek îdî ne ji xwestin yan xîreta mêriv e, lê ji rʼeʼma Xwedê ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Îcar ev ne bi xwestin û bezîna mirov, lê belê bi rehma Xwedê ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Әв йәк иди нә жь хԝәстьн йан хирәта мерьв ә, ле жь рʼәʼма Хԝәде йә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 بَجا وِسا اَوَ، گورَیَگی داخازیا انسان آن سَعیا وی نینَ بَلگو گورَیَگی وی خدایَ گو رَحم هَیَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 9:16
20 Iomraidhean Croise  

Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.


Hingê mîrêcin Ew bir rʼakire ser çʼîyakî gelekî bilind û hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê, rʼewşa wanva nîşanî Wî dan


Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


Ba li kʼu derê dixwaze rʼadibe. Tu dengê wî dibihêyî, lê nizanî ew ji kʼu tê û kʼuda diçe. Her kesê ku ji Rʼuhʼ* dibe jî usa ye».


Gava kurʼik hê nebibûn, hê qencî-xirabî nekiribûn, Rʼêvêkayêrʼa hate gotinê: «Yê mezin wê xulamtîyê li yê biçʼûk bike». Ev yek bû, wekî qirara Xwedê weke bijartina Wî derê, ne ku kirava girêdayî be, lê li gora gazîya Xwedê be.


Ez çûm, çimkî Xwedê ber min vekir, ku herʼim. Û min ew Mizgînî li wan da hʼesandinê, ya ku ez nava necihûyada dannasîn dikim, lê ev yek min yêd serekerʼa başqe digot. Min nexwest ku ez badîhewa bibezim yan bezîbim.


Çimkî bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne, pê bawerîyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye.


çimkî Xwedê Xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li Wî xweş tê.


Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan