Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 8:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Ewêd ku bi Rʼuhʼê Xwedê têne rʼêberîkirinê, ew in lawêd Xwedê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 Hemû yên ku bi Ruhê Xwedê tên rêvebirin, kurên Xwedê ne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Әԝед кӧ бь Рʼӧһʼе Хԝәде тенә рʼебәрикьрьне, әԝ ьн лаԝед Хԝәде.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 چون تواوی اَونه گو بِ رِحا خدا هدایت دِبِن، گورِت خدانَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 8:14
24 Iomraidhean Croise  

Xwezî li wan, ku eʼdilayîyê dikin, çimkî ewê zarʼêd Xwedê bêne hʼesabê.


Lê ewêd ku Ew qebûl kirin û bawerîya xwe navê Wî anîn, Ewî da, ku heqîya wan hebe bibine zarʼêd Xwedê.


Hʼemû eʼfirîn jî bê sebir çʼeʼvnihêrʼî xuyabûna lawêd Xwedê ne.


Yêd ku li gora binyatʼa merivayê dijîn, ew ser tiştêd binyatʼa merivayê difikirin, lê yêd li gora Rʼuhʼ dijîn, ew ser tiştêd Rʼuhʼ difikirin.


Lê hûn bi binyatʼa merivayî najîn, lê bi Rʼuhʼ dijîn, heger rʼast Rʼuhʼê Xwedê nava weda dimîne. Lê heger Rʼuhʼê Mesîh dilê yekîda tʼune, ew ne pʼara Wî ye.


Û «wê dera ku wanrʼa hate gotinê: ‹Hûn ne cimeʼta Min in›, hema li wir jî ewê lawêd Xwedêyê sax bêne gotinê».


Awa gotî zarʼêd Xwedê ne ew in, yêd ku ji bedena tʼebîyetî ne, lê zarʼêd sozdayî wê zurʼet bêne hʼesabê.


Bavê we bim, hûnê jî kurʼ û qîzêd Min bin, Xudanê Hʼemû Zorayîyê dibêje».


Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne.


wekî yêd bin Qanûnê aza ke û em jî heqê lawtîya Xwedê bistînin.


Awa hûn ku lawêd Wî ne, Xwedê Rʼuhʼê Kurʼê Xwe şande nava dilê me, ku gazî Xwedê dike: «Abba!» awa gotî «Bavo!»


Awa ez dibêjim, bi saya Rʼuhʼê Pîroz bimeşin û hûnê xwestinêd binyatʼa însên nekin.


Lê heger hûn bi Rʼuhʼ têne rʼêberîkirinê, hûn nakʼevine bin destê Qanûnê.


Ewî em pêşda kʼifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe.


(çimkî berê rʼonayîyê ji her qencîyê, heqîyê û rʼastîyê dibe)


Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir.


Û ewê ku tʼemîyêd Wî xwey dike, nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. Û em ji vê yekê zanin ku Ew nava meda dimîne, bi wî Rʼuhʼê ku Ewî daye me.


Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan