Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 7:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Awa em çi bêjin? Gelo Qanûn gune ye? Na xêr! Lê belê minê gune nas nekira, heger Qanûnê nîbûya. Mesele, dilhavijî jî minê nizanibûya gune ye, heger Qanûnê negotibûya: «Dilhavijîyê neke».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Îcar em çi bêjin? Ma Şerîet guneh e? Na, tu caran! Lê belê eger Şerîet nebûya, minê nezanibûya ku guneh çi ye. Çimkî eger Şerîetê negota: «Çavê xwe neavêjê tiştekî!», minê nezanibûya ku çavavêtin çi ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Аԝа әм чь бежьн? Гәло Ԛанун гӧнә йә? На хер! Ле бәле мьне гӧнә нас нәкьра, һәгәр Ԛануне нибуйа. Мәсәлә, дьлһавьжи жи мьне ньзаньбуйа гӧнә йә, һәгәр Ԛануне нәготьбуйа: «Дьлһавьжийе нәкә».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 بَجا اَم چه بِژِن؟ آنی شِریعَت گُنَهَ؟ حاشا! بِ وه حالی هَگو شِریعَت چِنَبا، مِن گُنَه ناس نَدِگِر. چون هَگو شِریعَته نَگُتِبا گو: «طمعه نَگَ.» مِن نَدِگاری اَز بِزانِم گو طمع گِرِن چیَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 7:7
30 Iomraidhean Croise  

Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî bi temê xirab jinekê binihêrʼe, ewî dilê xweda îdî tʼevî wê zinêkʼarî kir.


Û gote wan: «Haş ji xwe hebin û hʼevza xwe ji her cûrʼe timayê bikin, çimkî eʼmirê însên zêdebûna hebûka wîva girêdayî nîne».


Ne ewê bê qirʼa wan rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din». Gava ev yek bihîstin, gotin: «Xwedê neke».


Min havijîya xwe zêrʼ, zîv û kʼincê tʼu kesî neanîye.


Ev tʼemîyêd ku hene: «Zinîyê neke, nekuje, nedize, dilhavijîyê neke» û her çi tʼemîyêd ku hene, dikʼevine nava vê gotinê: «Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike».


Çimkî bi kirêd Qanûnê tʼu qûl-bende wê li ber Xwedê rʼast derneyê, lê bi Qanûnê gune tê naskirinê.


Lê heger neheqîya me heqîya Xwedê dide kʼifşê, em çi bêjin? Wekî usa ye Xwedê neheq e, ku xezebê tîne serê me? (Bi merivayî xeber didim).


Em îdî çi bêjin bona Birahîmê baveʼşîrê xwe, alîyê bedenêda? Ewî çi dît?


Çimkî Qanûn hêrsê rʼadike. Dera ku qanûn tʼune, qanûntʼerʼibandin jî tʼune.


Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû,


Îdî çi? Em guna bikin, çimkî ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremê? Tʼu car!


Çimkî gune ji tʼemîyê mecal stand ez xapandim û bi wê kuştim.


Wekî usa ye ya qenc minrʼa bû mirin? Na xêr! Lê ev kirê gune bû, ku bi ya qenc mirin ser minda anî. Ev yek aha bû, wekî hʼunurê gune kʼifş be û bi tʼemîyê hê gunekʼarîya gune kʼifş be.


Çimkî gava me hê bi binyatʼa merivayê dijît, temê guna, ku ji Qanûnê serî hildidan, nava qalibêd meda ya xwe dikirin, ku em berê mirinê bidin.


Lê gune ji tʼemîyê mecal stand, nava minda her cûrʼe dilhavijî pêşda anîn. Çimkî bê qanûn gune mirî ye.


Qîlê mirinê gune ye û qewata guna ji Qanûnê ye.


Lê hʼeta navê qavîyê û her hʼeramîyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê, çawa li cimeʼta Xwedê nakʼeve.


Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye.


ne bi xwestina temê xirab, mîna pʼûtpʼarista, yêd ku Xwedê nas nakin.


çimkî Qanûna Mûsa tʼu tişt kʼamil nekir, lê dewsa wê gumaneke hê qenc kʼete navê, bi kʼîjanê em nêzîkî Xwedê dibin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan