Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 7:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Usa jî hûn xûşk-birayêd min, bi bedena Mesîh hindava Qanûnêda mirin, ku bibine pʼara yekî din, Yê ku ji mirinê rʼabûye, wekî hûn Xwedêrʼa ber bînin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Bi vî awayî birayên min, hûn bi bedena Mesîh ji Şerîetê re mirin, da ku hûn bibin yên yekî din, yanî wî yê ku ji nav miriyan rabûye û em ji bo Xwedê ber bidin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Ӧса жи һун хушк-бьрайед мьн, бь бәдәна Мәсиһ һьндава Ԛанунеда мьрьн, кӧ бьбьнә пʼара йәки дьн, Йе кӧ жь мьрьне рʼабуйә, ԝәки һун Хԝәдерʼа бәр биньн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 بِرایِت مِن، هَ وِسا اون ژی، بِ واسِطا بَدَنه مسیحْ راستا شِریعَته دا مِرِنَ، گو وِسا اون بِبِنَ یه مِرُوَگه دیتِر، یه وی مِرُوی گو ژه ناو مِریادا رابو گو اَم بُ خدا اِرمیشه بینِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 7:4
35 Iomraidhean Croise  

Awa gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: «Han hildin bixwin. Eva bedena Min e».


Û ewêd eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, qebûl dikin, hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed car ber didin».


Bi vê yekê Bavê Minê bê rʼûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kʼifşê, ku hûn bûne şagirtêd Min.


Bûk bona kʼê be zeʼva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zeʼvê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tʼijî bû.


Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e».


Usa jî hûn xwe hindava guneda mirî hʼesab kin, lê hindava Xwedêda sax, bi saya Mesîh Îsa.


Û gune wê serwêrtîyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremêda.


Tʼu car! Em ku hindava gunada mirin, çawa dikarin hê nava wanda bijîn?


Lê niha hûn ji gune ku aza bûn û bûne xulamêd Xwedê, berê hʼelalîyê diçinin û axirîya wan jî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


Awa heger mêrê wê hê sax be ew bibe jina mêrekî din, wê zinêkʼar bê hʼesabê, lê heger mêr lê bimire, ew ji wê qanûnê aza dibe û zinêkʼar nabe, heger bibe jina mêrekî din.


Lê niha em hindava Qanûnêda mirin, ji wê xilaz bûn, bi kʼîjanê em girtî bûn, ku em bi jîyîna nûye rʼuhʼanî xulamtîyê Xwedêrʼa bikin, ne ku bi rʼîya Qanûna nivîsar.


Çimkî qanûna Rʼuhʼê ku jîyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim.


Ew kʼasa Şîva Xudan, ya ku em pê şikirîyê didin, ne heleqetîya xûna Mesîh e? Ew nanê ku em kerdikin, ne heleqetîya bedena Mesîh e?


Ez kʼumrʼeşîyê we dikim, bi wê kʼumrʼeşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîrʼa, awa gotî Mesîhrʼa nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikʼir li ber Wî bidime sekinandinê.


Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye».


Lê heger hûn bi Rʼuhʼ têne rʼêberîkirinê, hûn nakʼevine bin destê Qanûnê.


û tʼemî û eʼmirêd Qanûna Mûsada betal kirin, wekî yektîya Xweda, ji her duya cihû û necihû merivekî nû bixuliqîne û bi vî awayî bike eʼdilayî.


û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.


Ez ne ku tiştekî pʼêşkʼêş dixwazim, lê dixwazim ku kʼar ser hʼesabê weda zêde be.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


lê niha Ewî bi mirina Mesîhe bedenî hûn tʼevî Xwe li hev anîn, wekî we li ber Xwe pîroz, bêlekʼe û bêsûc bide sekinandinê.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


û ew kʼaxaza deynêd meye ku bi qeyde-qanûnî miqabilî me hatibû nivîsarê rʼesît kir, ji navê hilda xaçva mix kir.


Awa heger hûn tʼevî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne, îdî hûn çima mîna berê pey eʼrf-eʼdetêd vê dinyayê diçin? Hûn çima guh didine tʼemîyêd aha? Mesele:


Bi vî awayî Îsa Mesîh eʼmirê Xwedê anî sêrî, carekê bona her tʼim bedena Xwe kire qurban, bi vê yekê em paqij kirin.


Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.


Em Wîrʼa gul din û şa bin û şikirîyê bidine Wî, çimkî deʼwata Berx pêrʼa gihîşt û dergîstîya Wî kʼarê xwe kirîye.


Milyakʼetekî ji wan her hʼeft milyakʼeta, yêd ku hʼeft tʼasêd wane hʼeft belayêd xilazîyêva tʼijî hebûn, hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te kim, dergîstîya Berx».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan