Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 6:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Bi nixumandinê em îdî tʼevî mirina Wî bûne û tʼevî Wî hatine definkirinê, wekî çawa Mesîh bi rʼûmeta Bavê ji mirinê rʼabû, usa jî emê bikaribin jîyîna nûda bijîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Îcar em bi imadbûnê bûn hevparên mirina wî, bi wî re hatin veşartin; da ku, çawa Mesîh bi rûmeta Bav ji nav miriyan rabû, wisa em jî di jiyana nûbûyî de rêve herin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Бь ньхӧмандьне әм иди тʼәви мьрьна Ԝи бунә у тʼәви Ԝи һатьнә дәфьнкьрьне, ԝәки чаԝа Мәсиһ бь рʼумәта Баве жь мьрьне рʼабу, ӧса жи әме бькарьбьн жийина нуда бьжин.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 بَجا بِ گِرتِنا غُسلا تعمیده ناو مِرِنه دا اَم گَل ویدا هاتنَ چال گِرِن گو هَ وِسا گو مسیحْ، بِ شُکوه و جلالا بابو ژه ناو مِریادا رابو، اَم ژی ناو تازَتیا ژیانه دا ره بِچِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 6:4
33 Iomraidhean Croise  

Îsa gote wê: «Min terʼa negot, heger tu bawer bikî, tê rʼûmeta Xwedê bibînî?»


Eva nîşana Îsaye pêşin bû, ku Wî Qanaya Celîlêda kir. Bi vî awayî Ewî rʼûmeta Xwe da xuyakirinê û şagirtêd Wî bawerîya xwe Wî anîn.


Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê rʼakir, çimkî mirinê nikaribû hʼukumî ser Wî bikira.


Eva ew Îsa bû, yê ku Xwedê Ew ji mirinê rʼakir, ku em hʼemû jî şeʼde ne.


(Ez mîna eʼdetê merivayê dibêjim, bona binyatʼa weye merivayîye bêtʼaqet.) We çawa wextekê endemêd xwe dane neheqîyê ku bibine xulamêd hʼeramîyê û neheqîyê, usa jî niha endemêd xwe bidine hʼelalîyê ku bibine xulamêd heqîyê.


Hûn nizanin em ku yektîya Mesîh Îsada hatine nixumandinê, mirina Wîda hatine nixumandinê?


Awa heger em tʼevî Mesîh mirine, em bawer dikin, ku emê tʼevî Wî bijîn jî.


Çimkî em zanin Mesîh ku ji mirinê rʼabûye, îdî namire, mirin ser Wî îdî hʼukum nake.


Lê niha em hindava Qanûnêda mirin, ji wê xilaz bûn, bi kʼîjanê em girtî bûn, ku em bi jîyîna nûye rʼuhʼanî xulamtîyê Xwedêrʼa bikin, ne ku bi rʼîya Qanûna nivîsar.


Û heger ew Rʼuhʼê ku Îsa ji mirinê rʼakir nava weda dijî, ku usa ye Ewê Mesîh ji mirinê rʼakir, wê bi wî Rʼuhʼê Xweyî nava weda, jîyînê bide qalibê weyî pʼûçʼî-mirî jî.


Û Xwedêyê ku Xudan ji mirinê rʼakir, wê me jî ji mirinê rʼake bi qewata Xwe.


Rʼast e Ew bi sistîyê hate xaçkirinê, lê bi qewata Xwedê sax e. Em yektîya Wîda sist dibin, lê bi qewata Xwedê hindava weda emê bijîn tʼevî Wî.


Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew eʼfirînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin.


Awa ez vê yekê mêrkʼîmî dibêjim û bi navê Xudan tʼemî li we dikim, ku hûn îdî tʼu cara wê rʼêda neçin, çawa pʼûtpʼarist bi fikirêd xweye pʼûçʼ diçin.


Hûn jî wextekê teʼrî bûn, lê niha hûn ku pʼara Xudan in, rʼonayî ne. Awa mîna zarʼêd rʼonayê bijîn,


û ewî nû li xwe kirîye. Ew merivê nû rʼoj bi rʼoj anegorî sûretê Eʼfirandarê xwe tê nûkirinê, wekî Xwedê tʼam nas ke.


Xweyîno, xulamêd xwerʼa heqîyê û rʼastîyê bikin. Bizanibin ku Xweyê we jî li eʼzmên heye.


Ew av sûretê nixumandinê bû, kʼîjan niha we xilaz dike. Ew nixumandin ne ku we ji qilêra bedenê dişo, lê ji îsafa rʼihʼet şeʼdetîk e li ber Xwedê. Ew yek bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya we xilaz dike,


Ewê ku dibêje: «Ez nava Wîda me», gerekê usa bijî, çawa Îsa jît.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan