Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 6:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Hûn nizanin em ku yektîya Mesîh Îsada hatine nixumandinê, mirina Wîda hatine nixumandinê?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 An ma hûn nizanin, em hemû yên ku di hevpariya Mesîh Îsa de imad bûne, em di hevpariya mirina wî de imad bûne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Һун ньзаньн әм кӧ йәктийа Мәсиһ Исада һатьнә ньхӧмандьне, мьрьна Ԝида һатьнә ньхӧмандьне?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 ما اون نِزانِن مَ همویا گو ناو مسیحْ عیسیْ دا غُسلا تعمیده گِرتیَ، ناو مِرِنا ویدا غُسلا تعمیده گِرتیَ؟

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 6:3
24 Iomraidhean Croise  

Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin


Gava ev yek bihîstin, bi navê Xudan Îsa hatine nixumandinê.


Petrûs wanrʼa got: «Tʼobe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê Rʼuhʼê Pîroz pʼêşkʼêş bistînin.


çimkî hʼeta hingê hê Rʼuhʼê Pîroz nehatibû ser ji wan tʼu kesî, tʼenê bi navê Xudan Îsa hatibûne nixumandinê.


Hûn haqas tişt nizanin ku hûn bona xulamtîyê destê kʼêva diçin û gurʼa kʼê dikin, dibine xulamêd wî? Heger hûn xulamêd gune bin, diçine berbi mirinê, lê heger hûn xulamêd Xwedê bin, gurʼa Wîda bin, diçine berbi rʼasthʼesabbûnê.


Awa heger em tʼevî Mesîh mirine, em bawer dikin, ku emê tʼevî Wî bijîn jî.


Hûn rʼind feʼm dikin xûşk-birano, ezê niha derheqa çida werʼa xeber dim, çimkî ez tʼevî wan xeber didim, yêd ku haş ji qanûnê hene: Qanûn ser mêriv haqas wext hʼukum dike, hʼeta ku meriv sax e.


Hʼemû jî tʼevî Mûsa bûne yek, eʼwr û beʼrêda hatine nixumandinê.


Rʼast usa jî yektîya Rʼuhʼekîda em hʼemû hatine nixumandinê, ku bibine bedenek, hin cihû hin necihû, hin xulam hin aza û em hʼemû jî ji wî Rʼuhʼî dane vexwarinê.


Wekî din gotî, ewêd ku bona mirîya têne nixumandinê wê çi bikin? Heger mirîyê tʼu car rʼanebin, îdî çima bona mirîya têne nixumandinê?


Çima hûn nizanin ku hûn pʼaristgeha Xwedê ne û Rʼuhʼê Xwedê nava weda dimîne?


Ne qenc e ku hûn firʼnaq dibin! Gelo hûn nizanin ku hinek hevîrtirʼşk tʼemamîya şkevê hiltîne?


Çima hûn nizanin ku bedenêd we pʼaristgeha Rʼuhʼê Pîroz in, ku nava weda ye, Kʼîjan we ji Xwedê stand? Hûn ne xweyîyê serê xwe ne.


Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet,


Hûn nizanin ewêd ku pʼaristgehêda dixebitin ji pʼaristgehê jî dixwin? Û ewêd xizmetkʼarîya gorîgehê dikin, ji gorîgehê jî pʼara xwe distînin.


Hûn nizanin yêd lecmeydanêda ne, hʼemû jî dirʼevin, lê tʼenê yek xelatê distîne? Usa birʼevin, ku hûn bistînin.


Hûn dilê xwe bicêrʼibînin, kʼa hûn nava bawerîyêda ne? Xwe eʼnene kin. Hûn feʼm nakin, ku Îsa Mesîh nava weda ye, tʼenê cêrʼibandinêda hûn pênebûyî nîbin?


Hûn hʼemû ku yektîya Mesîhda hatine nixumandinê, we Mesîh ser xwe wergirtîye.


Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê.


Ew av sûretê nixumandinê bû, kʼîjan niha we xilaz dike. Ew nixumandin ne ku we ji qilêra bedenê dişo, lê ji îsafa rʼihʼet şeʼdetîk e li ber Xwedê. Ew yek bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya we xilaz dike,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan