Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 5:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Niha em ku bi xûna Wî li ber Xwedê rʼast hʼesab bûne, hê çiqas zêde emê bi Wî ji xezebê xilaz bin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

9 Îcar niha em bi xwîna wî rastdar derketibin, emê hê çiqas zêdetir bi saya wî ji xezebê xilas bibin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

9 Ньһа әм кӧ бь хуна Ԝи ль бәр Хԝәде рʼаст һʼәсаб бунә, һе чьԛас зедә әме бь Ԝи жь хәзәбе хьлаз бьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 بَجا نَهَ گو اَم بِ واسِطا خونا وی صالِح هاتنَ هَژمارتِن، چه قیاسا گَلَکتِر اَمه بِ واسِطا وی ژه غَضَبا خدا نجاته پَیدا گَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 5:9
13 Iomraidhean Croise  

Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.


Xezeba Xwedê ji eʼzmên ser hʼemû bêxwedêtî û neheqîya wan meriva xuya dibe, kʼîjan ku bi neheqîyêd xwe nahêlin ku rʼastî xuya be.


Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Heger em tʼevî Xwedê bi mirina Kurʼê Wî li hev hatin, gava eme neyar bûn, lê hê çiqas zêde pê wê lihevhatinê emê bi jîyîna Wî xilaz bin.


Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.


Kʼîjan pêşda kʼifş kirin, gazî wan jî kir û gazî kʼîjana kir, ew jî bêsûc kirin û kʼîjan bêsûc kirin, ew jî xweyîrʼûmet kirin.


Lê hûn ku wextekê dûrî van yeka bûn, niha tʼevî Mesîh Îsa bûne, bi xûna Mesîh hûn nêzîk bûne.


Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


û ji eʼzmana hîvîya hatina Kurʼê Wî bin, kʼîjan ku Wî ji nava mirîya rʼakir, Îsayê ku me ji xezeba tê xilaz dike.


lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê Rʼuhʼê hʼeta-hʼetayê Xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetkʼarîyê Xwedêyê Saxrʼa bikin?


Belê anegorî Qanûnê pʼirʼanîya her tiştî pê xûnê paqij dibû û bêyî xûnrʼêtin baxşandin nedibû.


Lê heger em rʼonayêda bigerʼin, çawa ku Ew rʼonayêda ye, emê hevva tʼevgirêdayî bin û xûna Îsayê Kurʼê Wî wê me ji hʼemû guna paqij ke.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan