Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 5:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 wekî çawa gune bi mirinê hʼukum kir, usa jî kʼerema Xwedê bi rʼasthʼesabkirinê hʼukum bike, me bibe berbi jîyîna hʼeta-hʼetayê bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 da ku çawa guneh bi mirinê hukumdarî kir, wisa kerem jî bi rastdariyê hukumdariyê bike û bi saya Xudanê me Îsa Mesîh jiyana herheyî bîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 ԝәки чаԝа гӧнә бь мьрьне һʼӧкӧм кьр, ӧса жи кʼәрәма Хԝәде бь рʼастһʼәсабкьрьне һʼӧкӧм бькә, мә бьбә бәрбь жийина һʼәта-һʼәтайе бь сайа Хӧдане мә Иса Мәсиһ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 بَجا هَ وِسا گو گُنَهه ناو مِرِنه دا سَلطَنَت گِر، لطف ژی بِ واسِطا صالِح بونه سَلطَنَته دِگَت و مَ بِ واسِطا خادیه مَ عیسیْ مسیحْ دِبَتَ بُ آلیه ژیانا اَبَدی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 5:21
19 Iomraidhean Croise  

Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Ez jîyîna hʼeta-hʼetayê didime wan û ew tʼu car unda nabin û tʼu kesê wan ji destê Min dernexe.


Ew sozê Birahîm û zurʼeta wîrʼa hate dayînê ku dinyayê war bin, ne ku bi kirêd Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku wî bawer kir û rʼast hate hʼesabê.


Awa bi merivekî gune kʼete dinê û ji gune jî mirin hat. Bi vî awayî mirin ser hʼemû meriva bela bû, çimkî hʼemûya jî gune kir.


Lê belê mirinê ji Adem girtî hʼeta Mûsa hʼukum kir, hʼeta ser wan jî, yêd ku mîna Adem gurʼa Xwedê dernekʼetin. Adem mîna tʼerzekî Wî bû, Yê ku wê peyrʼa bihata.


Çimkî heger bi neheqîya merivekî û rʼûyê wîda mirinê hʼukum kir, çiqas zêde ewêd ku kʼerema Xwedêye dewlemend û rʼasthʼesabbûnê pʼêşkʼêş distînin wê jîyînêda bi saya Yekî, awa gotî Îsa Mesîh pʼadşatîyê bikin.


Awa bira îdî gune hʼukumî ser qalibê weyî pʼûçʼî-mirî neke, ku hûn gurʼa xwestinêd wî bikin.


Û gune wê serwêrtîyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremêda.


Hûn haqas tişt nizanin ku hûn bona xulamtîyê destê kʼêva diçin û gurʼa kʼê dikin, dibine xulamêd wî? Heger hûn xulamêd gune bin, diçine berbi mirinê, lê heger hûn xulamêd Xwedê bin, gurʼa Wîda bin, diçine berbi rʼasthʼesabbûnê.


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


Û heger Mesîh dilê weda ye, qalib mirî ye, çimkî we gune kir, lê Rʼuhʼ jîyîn e bona we, çimkî hûn rʼast hatine hʼesabê.


Çimkî kʼerema Xwedê bona xilazbûna hʼemû meriva xuya bû,


De îdî em mêrkʼîmî nêzîkî tʼextê Xwedêyî kʼeremê bin, wekî rʼeʼmê bistînin û kʼeremê bibînin ku gava em hʼewce bin, alîkʼarîya me bike.


Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Û ev e ew sozê ku Wî da me, ew jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan