Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 5:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Çimkî heger bi neheqîya merivekî û rʼûyê wîda mirinê hʼukum kir, çiqas zêde ewêd ku kʼerema Xwedêye dewlemend û rʼasthʼesabbûnê pʼêşkʼêş distînin wê jîyînêda bi saya Yekî, awa gotî Îsa Mesîh pʼadşatîyê bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

17 Çimkî eger mirinê, ji ber neheqiya yek mirovî û bi wî, hukumdarî kiribe, yên ku kerema Xwedê ya zêde û diyariya rastdariyê distînin, wê bi yekî, yanî bi Îsa Mesîh di jiyanê de çiqas bêtir hukumdariyê bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

17 Чьмки һәгәр бь нәһәԛийа мәрьвәки у рʼуйе ԝида мьрьне һʼӧкӧм кьр, чьԛас зедә әԝед кӧ кʼәрәма Хԝәдейә дәԝләмәнд у рʼастһʼәсаббуне пʼешкʼеш дьстиньн ԝе жийинеда бь сайа Йәки, аԝа готи Иса Мәсиһ пʼадшатийе бькьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 چون هَگو بَر خاطره تقصیرا مِرُوَگه، مِرِنه بِ واسِطا وی مِرُوی سَلطَنَت گِر، چه قیاسا گَلَکتِر اَو مِرُوه گو لطفا به حد و اندازا خدا و دیاریا مفتَیَ صالِح بونه بُ وان هاتَ دایین، بِ واسِطا اَو مِرُوه دی، آنی عیسیْ مسیحْ ناو ژیانه دا دیه سَلطَنَته بِگَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 5:17
26 Iomraidhean Croise  

Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Diz tʼenê bona dizîyê, kuştinê û qirʼkirinê tê. Lê Ez hatime ku jîyîna wan hebe, jîyîna ser jîyînê.


Awa bi merivekî gune kʼete dinê û ji gune jî mirin hat. Bi vî awayî mirin ser hʼemû meriva bela bû, çimkî hʼemûya jî gune kir.


Lê pʼêşkʼêşa Xwedê mîna neheqîya Adem nîne. Çimkî heger bi neheqîya merivekî gelek mirin, hê çiqas zêde kʼerema Xwedê û dayîna ku bi kʼerema Merivekî, yanê ya Îsa Mesîh ser geleka zêde bû.


Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû,


Û gune wê serwêrtîyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremêda.


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


ne yêd jorin, ne yêd jêrin û ne jî eʼfirînekî mayîn dikare me ji hʼizkirina Xwedê biqetîne, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa pʼara me kʼetîye.


Û me çawa kirasê yê ji xwelîyê li xwe kirîye, emê usa jî kirasê yê ji eʼzmên li xwe kin.


Hûn îdî tʼêr bûne, îdî hʼirʼ bûne! Bêyî me îdî bûne pʼadşa! Ax xwezî hûn bibûna pʼadşa, emê jî tʼevî we bibûna pʼadşa!


û tʼevî Wî bibime yek. Îdî ev rʼastîya min, ne ku ji qanûnqedandina min tê, lê ji Xwedê ye, ya ku hʼîmê wê ji bawerîya ser Mesîh e.


Kʼerema Xudanê me pʼirʼ ser minda rʼijîya, tʼevî bawerî û hʼizkirina Mesîh Îsa.


Heger em teyax kin, emê pʼadşatîyê jî tʼevî Wî bikin. Heger em Wî înkʼar kin, Ewê jî me înkʼar ke.


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


Hingê min kʼursî dîtin ku ew li ser wan rʼûniştin, kʼîjanarʼa hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min rʼuhʼêd wan dîtin, serê kʼîjana bona şeʼdetîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kʼîjana serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser eʼnî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tʼevî Mesîh hʼezar salî pʼadşatî kirin.


Xwezilî û buhurtî-jibare ye, ewê ku pʼara wî tʼevî rʼabûna mirîyaye pêşin heye. Mirina duda li ser wan hʼukum nake, lê ewê bibine kʼahînêd Xwedê û Mesîh û wê tʼevî Wî hʼezar salî pʼadşatîyê bikin.


Îdî şevê li wir tʼunebe, wê rʼonaya çʼirê û rʼoyê kêr neyên, çimkî Xudan Xwedê wê li wan rʼonayî ke û hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bikin.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan