Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 5:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Awa bi merivekî gune kʼete dinê û ji gune jî mirin hat. Bi vî awayî mirin ser hʼemû meriva bela bû, çimkî hʼemûya jî gune kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

12 Loma ka çawa bi saya yek mirovî guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wisa jî mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan jî guneh kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

12 Аԝа бь мәрьвәки гӧнә кʼәтә дьне у жь гӧнә жи мьрьн һат. Бь ви аԝайи мьрьн сәр һʼәму мәрьва бәла бу, чьмки һʼәмуйа жи гӧнә кьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 بَجا، هَ وِسا گو گُنَه بِ واسِطا مِرُوَگه هاتَ ناو دُنیایه و بِ واسِطا گُنَهه مِرِن هات، و وِسا مِرِن ناو تواوی مِرُوادا پَخش بو، چون گو تواوی مِرُوا گُنَه گِرِن،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 5:12
20 Iomraidhean Croise  

çimkî hʼemûya gune kir û negihîştine rʼûmeta Xwedê.


Awa bi vî awayî pê neheqîkê dîwana tʼemamîya merivayê bû, usa jî bi kirineke rʼast hʼemû meriv wê rʼast bêne hʼesabê û jîyînê bistînin.


Çawa bi neguhdarîya yekî gelek bûne gunekʼar, usa jî bi guhdarîya Yekî gelek wê rʼast bêne hʼesabê.


wekî çawa gune bi mirinê hʼukum kir, usa jî kʼerema Xwedê bi rʼasthʼesabkirinê hʼukum bike, me bibe berbi jîyîna hʼeta-hʼetayê bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Hingê we ji kirinêd xwe çi ber çinîn, bona kʼîjana niha hûn şerm dikin? Ew axirîyê mêriv dibine berbi mirinê.


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


Qîlê mirinê gune ye û qewata guna ji Qanûnê ye.


Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


Hingê dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike û gune jî ku mezin dibe, mirin jê dibe.


Belê em hʼemû jî gelekî şaşîya dikin. Heger yek xeberdanêda tʼu şaşîyê nake, ew yekî kʼamil e, ku dikare tʼemamîya qalibê xwe zeft ke.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan