Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 4:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Bi vî awayî soz bi bawerîyê tê standinê, wekî soz bona hʼemû zurʼetêd Birahîm pʼêşkʼêşeke erêkirî be, ne ku tʼenê bona wane yêd ku qanûnê diqedînin, lê bona wan jî, yêd ku mîna Birahîm bawer dikin. Çimkî Birahîm bavê me hʼemûya ye,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Ji ber vê yekê soz bi baweriyê ve girêdayî ye, da ku bi keremê be û ji bo hemû dûndana Birahîm ewledar be. Ne tenê ji bo yên ku bi Şerîet in, lê belê ji bo yên ku wek Birahîm bawer dikin jî. Çimkî ew bavê me hemûyan e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Бь ви аԝайи соз бь баԝәрийе те стандьне, ԝәки соз бона һʼәму зӧрʼәтед Бьраһим пʼешкʼешәкә әрекьри бә, нә кӧ тʼәне бона ԝанә йед кӧ ԛануне дьԛәдиньн, ле бона ԝан жи, йед кӧ мина Бьраһим баԝәр дькьн. Чьмки Бьраһим баве мә һʼәмуйа йә,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 بَ وه یگه یَ گو وَعدَ پالا خو دِدَتَ ایمانه گو وَعدَ سَر لطفه بیت و ضمانتگ بیت بُ تواوی نَسلا ابراهیم پِیغَمبَر، آنی نه تِنه بُ اَونه گو طایه شِریعَته نَ، بَلگو بُ وان زاروگانَ ژی گو ایمانا ابراهیم دا شِریگِن، هَمَن اَو ابراهیم گو بابه مَ همویا یَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 4:16
18 Iomraidhean Croise  

Îsa wîrʼa got: «Îro ev mal xilaz bû, çimkî eva jî zarʼa Birahîm e.


Çimkî ez werʼa dibêjim, ku Mesîh bû xizmetkʼarê cihûya, bona aminîya Xwedê eʼyan ke, wekî ew sozê kal-bavarʼa hatîye dayînê, mak ke


Ev e rʼasthʼesabkirina Xwedê: Kʼî bawerîya xwe Îsa Mesîh tîne, Xwedê wan hʼemûya li ber Xwe rʼast hʼesab dike. Firqî tʼune,


çimkî Xwedê yek e û ew yêd sinetbûyî bi bawerîyê rʼast hʼesab dike û nesinetbûyîya jî dîsa bi wê bawerîyê.


Û paşê ewî sinetbûn nîşan stand, çawa mora rʼasthʼesabbûnê, bi wê bawerîya xweye berî sinetbûnê. Bi vî awayî Birahîm bû bavê hʼemû bawermendêd nesinetbûyî, wekî ew jî rʼast bêne hʼesabê


Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Awa gotî zarʼêd Xwedê ne ew in, yêd ku ji bedena tʼebîyetî ne, lê zarʼêd sozdayî wê zurʼet bêne hʼesabê.


Ev yek bû, wekî bi Mesîh Îsa duayê Birahîm bê ser necihûya, ku bi bawerîyê em Rʼuhʼê sozdayî bistînin.


Awa ew soz Birahîm û zurʼeta wîrʼa hatine dayînê. Nivîsarêda nayê gotinê: «Zurʼetêd te» çawa bona geleka, lê bona yekî: «Zurʼeta te» û ew zurʼet Mesîh e.


Lê nivîsar hʼemûya bin hêsîrtîya guneda dide kʼifşê, wekî çi ku bi Îsa Mesîh bawerkirinê hatibûne sozdayînê, bawermendarʼa bêne dayînê.


gava em hê ji dest neheqîyêd xwe mirî bûn, Ewî tʼevî Mesîh em sax kirin. Bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne!


Çimkî bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne, pê bawerîyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye.


wekî bi kʼerema Wî em rʼast bêne hʼesabê û bi wê gumanê jîyîna hʼeta-hʼetayê war bin.


Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe tʼestîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tʼu car nakʼevin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan