Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 2:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Lê tu bi serhʼişkî û dilkevirîya xwe xezebê ser xweda dicivînî, bona Rʼoja Xezebê, gava dîwana Xwedêye heq xuya be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Lê tu bi rikdarî û dilê xwe yê bêtobe ji bo Roja Xezebê li hember xwe xezebê dicivînî. Ewê wê rojê, dîwana Xwedê ya dadperwer xuya bibe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Ле тӧ бь сәрһʼьшки у дьлкәвьрийа хԝә хәзәбе сәр хԝәда дьщьвини, бона Рʼожа Хәзәбе, гава диԝана Хԝәдейә һәԛ хӧйа бә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بله بَر خاطره دله تَ یه بینا بَری و به تَوبَ، تِ بُ رُژا غَضَبه بوخو غَضَبه خِر دِگَی، وه رُژا گو قضاوتا خدا یا عادل دیه آشگَرا بیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 2:5
40 Iomraidhean Croise  

Xezeba Xwedê ji eʼzmên ser hʼemû bêxwedêtî û neheqîya wan meriva xuya dibe, kʼîjan ku bi neheqîyêd xwe nahêlin ku rʼastî xuya be.


Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.


Lê çi vê yekêrʼa heye, heger Xwedê xwest berî kʼifşkirina hêrs û qewata Xwe, bi dûmika dirêj gelekî sebira Xwe li wan derdanêd hêjayî hêrsê bîne, yêd ku undabûnêrʼa hazir sekinî ne?


Çimkî gerekê em hʼemû jî li ber dîwana Mesîh bisekinin, wekî her kes weke wan eʼmelêd qalibê xweda kirî bistîne, çi ku kiribe, qencî yan xirabî.


Ev yek îzbat dike, ku dîwana Xwedê rʼast e. Û bi vî awayî hûnê hêjayî Pʼadşatîya Xwedê bin, bona kʼîjanê jî hûn wan teʼlî-tengîya dibînin.


Lê her rʼoj dil bidine hev, hʼeta ku nivîsarêda bona me «îro» heye, wekî ji we tʼu kes bi guna nexape, nebe serhʼişk.


Awa çawa jor hate gotinê: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên, serhʼişk nîbin, çawa wextê serhildanêda».


Bona vê yekê Xwedê rʼojeke din kʼifş dike û dibêje «îro», pey gelek wextarʼa, çawa bi zarê Dawid jor hate gotinê: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên, serhʼişk nîbin».


Zêrʼ û zîvê we zeng girtin e û zenga wanê bibe şeʼdê miqabilî we û mîna alava êgir goştê we hʼûfî xwe ke. We bona rʼojêd axirîyê xizne xwerʼa tʼop kir!


Xudan ku bi vî awayî kir, ew zane çawa xwedênasa jî ji cêrʼibandina xilaz ke û neheqa Rʼoja Dîwanêrʼa xwey ke, wekî cezayê xwe bistînin,


Lê eʼrd û eʼzmanêd niha jî xût bi wê xeberê têne xweykirinê, ku bi agir unda bin. Ew bona Rʼoja Axretê têne hiştinê, kʼîjanêda merivêd nepʼak wê unda bin herʼin.


Û ew milyakʼetêd ku hʼukumê xwe xwey nekirin, lê cîyê xwe şihʼitandin, Xwedê wan bi qeydêd hʼeta-hʼetayêye teʼrîstanîyêda xwey dike, bona wê Rʼoja hʼesabe Dîwanê.


Min wext da wê, wekî ew ji gunekirinê vegerʼe, lê ew naxwaze destê xwe ji bênamûsîya xwe bike.


Çimkî rʼoja xezeba wane mezin hat û kʼî dikare teyax ke?»


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan