Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 2:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Awa eʼvdo, dixwazî kʼî bî, gava loma dikî, tu nikarî xwe bêsûc kî. Çawa loma xelqê dikî, usa jî tu xwe lomekʼar dikî, çimkî tu ku loma dikî, xût wan tişta dikî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Ji ber vê yekê, ey mirovê ku dadbar dike, tu kî bî jî hêceta te tune. Ji ber ku di tiştê ku tu yên din dadbar dikî de, tu xwe sûcdar derdixî. Çimkî tu yê ku dadbar dikî, tu eynî tiştan dikî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Аԝа әʼвдо, дьхԝази кʼи би, гава лома дьки, тӧ нькари хԝә бесущ ки. Чаԝа лома хәлԛе дьки, ӧса жи тӧ хԝә ломәкʼар дьки, чьмки тӧ кӧ лома дьки, хут ԝан тьшта дьки.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 بَجا تِ، اَی اَو کَسه گو مِرُوَگه دی قضاوت دِگَی، چی یگ ژه وَ چه هِنجَت چِنینَ. چون گو تِ راستا هَچی دِشدا گو مِرُوَگه دی قضاوت دِگَی، خو محکوم دِگَی؛ چون تِ گو قضاوته دِگَی، تِ هَ بوخو ژی وان شُلا دِگَی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 2:1
20 Iomraidhean Croise  

Ewî wîrʼa got: «Heval, kʼê Ez ser we hʼakim yan jî pʼarkir kʼifş kirime?»


Û wî jêrʼa got: ‹Ezê hema bi devê te dîwana te bikim, xulamê xirab! Heger te zanibû ku ez merivekî hʼişk im, çi ku min danenîye, hildidim û çi ku neçandîye, didirûm,


Loma nekin û lomeyê li we nebin, neheqîyê nekin, neheqî wê li we nebe, bibaxşînin werʼa wê bê baxşandinê.


Tu çawa bawer dikî, bira nava te û Xwedêda bimîne. Xwezî li wî, yê ku bi van tiştêd ku feʼm dike ku rʼast in, xwe gunekʼar nake.


Lê em zanin ku dîwana Xwedê wê bi rʼastîyê ser wanda bê, yêd ku tiştêd usa dikin.


Awa eʼvdo, tu ku loma xweyê van kira dikî û tu xwexa jî wan tişta dikî, te tʼirê tê ji dîwana Xwedê birʼevî?


Awa em îdî çi bêjin? Em cihû tiştekîva ji necihûya çêtir in? Na xêr! Çimkî me îdî jor da kʼifşê, çawa cihû, usa jî necihû, hʼemû jî bin hʼukumê guneda ne.


Lê tu kʼî yî, eʼvdo, ku li ber gotina Xwedê rʼadibî? Gelo cêrʼ dikare cêrʼkerrʼa bêje: «Te çima ez aha çêkirime?»


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Tu çi zanî kʼulfetê, belkî tê mêrê xwe xilaz kî? Yan jî tu çi zanî mêro, belkî tê kʼulfeta xwe xilaz kî?


Lê tu dixwazî ev yek bê îzbatkirinê, merivê bêhʼiş, wekî bawerî bêyî kira mirî ye?


Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kʼî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hʼakimê wê yî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan