Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 15:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 De bira Xwedêyê sebirê û bîna li ber her kesî bide we, ku hûn hindava hevda ser nêtekê bin, weke nexş-tʼerzê Mesîh Îsa,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Û bila Xwedayê sebir û handanê, bike ku hûn li gor Mesîh Îsa hemfikir bin,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Дә бьра Хԝәдейе сәбьре у бина ль бәр һәр кәси бьдә ԝә, кӧ һун һьндава һәвда сәр нетәке бьн, ԝәкә нәхш-тʼәрзе Мәсиһ Иса,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بِلا خدایه صَبر و تشویقه وِسا بِگَت گو فِکره وَ گَل یِگودو بِبِنَ یگ، هَ وِسا گو گورَیَگی داخازیا مسیحْ عیسایَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 15:5
23 Iomraidhean Croise  

Dil û rʼuhʼê tʼemamîya cimeʼta bawermenda yek bû. Ji wana tʼu kesî hebûka xwerʼa nedigot ku: «Ya min e», lê her tiştêd wan yek bû.


Fikira we her kesî hindava hevda yek be, kʼubar-babax nîbin, lê tʼevî pʼerîşana nimiz bin, xwe dewsa zana daneynin.


Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û eʼdilayîyêva bikʼimkʼimîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata Rʼuhʼê Pîroz zêde be.


Çimkî Mesîh jî ne ku li Xwe xweş hat, lê çawa nivîsar e: «Ew qarêd ku li Te dikin, li Min dikin».


De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hʼemûya yek be û dutîretî nava weda tʼunebin, lê hʼemû jî bi hevrʼa bin û ser nêt-meremekî bin.


Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Lê Xwedêyê ku ber dilê şkestîyada tê, bi hatina Tîto dil da ber me


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


eşqa dilê min bi tʼifaqa xwe hûn bigihînine sêrî: Bira ew hʼizkirina nava weda be û ser nêt û fikirekê bin.


Lê tʼenê em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn.


Ez hîvî ji Eyodîyayê dikim û hîvî ji Sintîxayê dikim, çawa tʼevî Xudan yekbûyî bira li hev bên.


yêd ku wextekê ne guhdar bûn, gava Xwedê bi dûmika dirêj sebir dikir, wî zemanê Nuhda, gava gemî dihate çêkirinê. Wêda hindik, awa gotî hʼeyşt nefs «nava avêda» xilaz bûn.


Heyneser hʼemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hʼiz bikin, rʼeʼm û şkestî bin.


Sebira Xudanê me xilazbûn hʼesab kin, çawa Pawlosê birê meyî delal jî bi wê serwaxtîya ku ji Xwedêda jêrʼa hatîye dayînê, werʼa nivîsî.


Xudan sozê Xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tʼu kes unda be, lê dixwaze wekî hʼemû ji gunekirinê vegerʼin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan