Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 12:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Awa anegorî wê kʼerema merʼa hatîye dayînê, pʼêşkʼêşêd xweye cûrʼe-cûrʼe bidine xebatê. Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê ye, bira weke wê çapa bawerîyê bidine xebatê,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Û li gor kerema ku ji me re hatiye dayîn, diyariyên me yên cihê hene. Eger diyariya yekî pêxemberîtî ye, bila li gor pîvana baweriyê bike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Аԝа анәгори ԝе кʼәрәма мәрʼа һатийә дайине, пʼешкʼешед хԝәйә щурʼә-щурʼә бьдьнә хәбате. Һәгәр пʼешкʼеша пʼехәмбәртийе йә, бьра ԝәкә ԝе чапа баԝәрийе бьдьнә хәбате,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 گورَیَگی لطفا بُ مَ هاتیَ دایین، مَ دیاریه جُرواجُر هَنَ، وَرِن اَم هِندَگ ژه وان دیاریانَ بِبیهیسِن؛ هَگو اَو دیاری نَبوَت گِرِنَ، اَم اَوه گورَیَگی ایمانا خو بِدَنَ شُله،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 12:6
31 Iomraidhean Croise  

Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin.


Ewê ku du telant standibûn jî hat û got: ‹Ez xulam! Te du telant dabûne min. Va min duduyêd din jî li ser wanda qazinc kirine›.


Lema jî serwaxtîya Xwedê got: ‹Ezê pʼêxember û şandîya bişînime cem wan, ji wan hineka wê bikujin, hineka jî bizêrînin›.


Civîna Entakyayêda çend pʼêxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimhʼûnê ku jêrʼa Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku tʼevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl.


Cihûda û Sîlas jî ku pʼêxember bûn, bi gelek xebera dil dane bawermenda û ew şidandin.


‹Rʼojêd axirîyêda Xwedê dibêje wê aha be: Ezê ji Rʼuhʼê Xwe ser hʼemû merivada bibarînim, kurʼ û qîzêd weyê pʼêxembertîyê bikin, cahilêd weyê dîtinoka bibînin û kal-pîrêd weyê jî xewna.


Çar qîzêd wîye bikʼir hebûn, ku pʼêxembertî dikirin.


Çimkî ez gelekî hʼeyra dîtina weda me, wekî pʼêşkʼêşeke rʼuhʼanî bigihînime we, ku hûn bawerîyêda bişidin.


Ez bi wê kʼerema ku Xwedê da min, we her kesîrʼa dibêjim: Çiqas ji we dikʼeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin, bira her kes weke wê bawerîya ku Xwedê pʼarevekir, bifikire.


Lê rʼast Xwedê ew endem yeko-yeko bedenekêda cî kirin, çawa Wî xwest.


Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im.


Demana hʼizkirinêda bin û hʼeyra pʼêşkʼêşêd rʼuhʼanîda bin, îlahî pʼêxembertîkirinê.


Lê heger hʼemû jî pʼêxembertîyê bikin, hingê yekî nebawer yan nezan bikʼeve hindurʼ, wê ji hʼemû gotinêd wan xwe mukurʼ bê û bê gunekʼarkirinê,


Û ji pʼêxembera jî bira dudu bin, yan ya lape zeʼf sisê xeber din û yêd din bira eʼnene kin.


Îdî kʼî ye Apolo? Kʼî ye Pawlos? Ew qulixkʼarêd Xwedê ne, bi kʼîjana we bawer kir. Xudan çiqas şixul daye wan her kesî, haqasî jî dikin.


Rʼast e, min dixwest ku hʼemû meriv mîna min bûna, lê her merivekîrʼa dayîneke ji Xwedê heye, yek ha ye, yek jî aha ye.


Çimkî heger hûn bi rʼezedilî kʼomekê bidin, ew weke wê yekê qebûl e, çiqas destê kʼêva tê, lê ne weke wê yekê, ku dêstda tʼune.


Eva surʼa dewrêd bihurîda li ber bendêd dinê venebûye, çawa niha bi Rʼuhʼê Pîroz li ber şandî û pʼêxemberêd Wîye pîroz vebûye.


Eva Ew bû, Yê ku pʼêşkʼêş dane meriva, ku hinek bibine şandî, hinek pʼêxember, hinek mizgîndar, hinek jî seʼvî û dersdar.


Awa ji me hʼemûya, îdî kʼî «gihîştî» ye, gerekê aha bifikire. Lê heger tiştekî din jî dilê weda hebe, ewê yekê jî Xwedê wê ber we veke.


Pʼêxembertîya bêrʼûmet nekin.


Lê pêşîyê vê yekê zanibin ku tʼu kes xweserîxwe nikare pʼêxembertîyêd nivîsarê şiroveke.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan