Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 10:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Lê rʼasthʼesabbûna ku ji bawerîyê ye, aha dibêje: «Dilê xweda nebêje: Kʼê wê rʼabe eʼzmên?» (awa gotî Mesîh jorda bîne),

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Lê rastdariya ku ji baweriyê ye weha dibêje: «Di dilê xwe de nebêje: Kî wê hilkişe ezmên?» – yanî, ji bo ku Mesîh bîne xwarê –

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Ле рʼастһʼәсаббуна кӧ жь баԝәрийе йә, аһа дьбежә: «Дьле хԝәда нәбежә: Кʼе ԝе рʼабә әʼзмен?» (аԝа готи Мәсиһ жорда бинә),

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 بله اَو صالِح بونا گو سَر ایمانه یَ دِبِژیت: «دله خودا نَبِژَ گو، ”کِیَ اَوه گو بِچیتَ اَسمانی؟“» - آنی گو مسیحی بینیتَ خاره -

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 10:6
15 Iomraidhean Croise  

Çimkî ew nanê Xwedê dide ew e, ku ji eʼzmên tê xwarê û jîyînê dide dinyayê».


Çimkî Ez ji eʼzmên hatime xwarê, ne ku xwestina Xwe bikim, lê xwestina Wî, Yê ku Ez şandime.


Ev e Ew nanê ku ji eʼzmên hatîye xwarê. Ev ne mîna wî manayî ye, ku kal û bavêd we xwarin, lê mirin. Ewê ku Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî».


Ev e rʼasthʼesabkirina Xwedê: Kʼî bawerîya xwe Îsa Mesîh tîne, Xwedê wan hʼemûya li ber Xwe rʼast hʼesab dike. Firqî tʼune,


Xwedê Ew kʼifş kiribû, ku Ew bi xûna Xwe li ber gunêd wan kʼeve, yêd ku vê yekê bawer bikin. Xwedê ev yeka kir, ku rʼasthʼesabkirina Xwe bide kʼifşê, çimkî Wî bi sebira Xwe guh neda wan gunêd ku pêşda hatibûne kirinê.


Ew sozê Birahîm û zurʼeta wîrʼa hate dayînê ku dinyayê war bin, ne ku bi kirêd Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku wî bawer kir û rʼast hate hʼesabê.


û tʼevî Wî bibime yek. Îdî ev rʼastîya min, ne ku ji qanûnqedandina min tê, lê ji Xwedê ye, ya ku hʼîmê wê ji bawerîya ser Mesîh e.


Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.


Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan