Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 10:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Lê hʼemûya gurʼa Mizgînîyê nekir, çimkî Îşaya dibêje: «Xudan, kʼê ew gotina ku me got bawer kir?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Lê belê hemûyan li gor Mizgîniyê nekir. Çimkî Îşaya dibêje: «Ya Xudan, kê bi xebera ku me da, bawer kir?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Ле һʼәмуйа гӧрʼа Мьзгинийе нәкьр, чьмки Ишайа дьбежә: «Хӧдан, кʼе әԝ готьна кӧ мә гот баԝәр кьр?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 بله اَوان همویا ژه انجیله اطاعت نَگِرِن. چون گو اِشعیایه پِیغَمبَر دِبِژیت: «اَی خاده، که باواری اینایَ بِ اَو دِشدا گو ژه مَ بیهیستیَ؟»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 10:16
21 Iomraidhean Croise  

Li ser wan pʼêxembertîya Îşaya tê sêrî ku dibêje: ‹Hûnê bibihên û guh bidinê, lê feʼm nekin, hûnê binihêrʼin û dîna xwe bidinê, lê nebînin.


lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne ji pezêd Min in.


Hineka xwe li gotinêd wî girtin, hineka jî bawer nekir.


Bi Wî me kʼerema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî hʼemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin.


Heger ji wan çʼiqila hinek şkestin, lê tu, necihû dara zeytʼûnêye beyanî bûyî, dewsa wan hatî servakirinê û tʼevî qinyata rʼawêd zeytʼûnê bûyî,


lê niha bi nivîsarêd pʼêxembera eʼyan bû û bi eʼmirê Xwedêyê hʼeta-hʼetayê hate naskirinê, wekî hʼemû milet bawer bikin û guhdar bin.


Lê hêrs û xezebê ser wanda be, yêd ku kʼara xwe digerʼin, dest ji rʼastîyê kirine û xwe dane xirabîyê.


Awa heger ji wan hinek amin neman, dibe ku ji dest bêaminîya wan Xwedê wê bêamin derê?


Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.


Gelî galatîyêd bêhʼiş! Kʼê serê we tʼijî kir? Ne axir Îsa Mesîh li ber çʼeʼvê we xaçbûyî hate dîyarkirinê?


Hûn rʼind pêşda diçûn! Kʼê hûn dane sekinandinê, ku êlimî rʼastîyê nebin?


wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.


Bi bawerîyê, gava Birahîm hate gazîkirinê, guhdarî kir, ku herʼe wî cîyê ku wê çawa war bistanda. Û rʼabû çû, lê nizanibû jî kʼuda diçe.


Çimkî merʼa jî ew Mizgînî hate dayînê, çawa wanrʼa. Lê belê ew Mizgînîya ku wan bihîst kʼar neda wan, çimkî ew yek bawerîyêva girê nedan.


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


«Kevirê ku meriv serda dilikʼumin û zinarê ku jê hol dibin». Ew dilikʼumin, çimkî guhdarîya xeberê nakin û çawa wê yekêrʼa jî kʼifşkirî ne.


Usa jî kʼulfetno, gurʼa mêrê xweda bin, wekî ji wan hinek jî, heger guhdarîya xeberê nakin, bi pʼergalîya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser bawerîyê


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan