Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 1:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Ji we hʼemûyarʼa, hʼizkirîyêd Xwedêye pîrozbûnêrʼa gazîkirî, ku Rʼomayêda dimînin, kʼerem û eʼdilayî be, ji Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Ji we hemû hezkiriyên Xwedê re yên ku li Romayê ne û ji bo pîrozbûnê hatine gazîkirin: Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Жь ԝә һʼәмуйарʼа, һʼьзкьрийед Хԝәдейә пирозбунерʼа газикьри, кӧ Рʼомайеда дьминьн, кʼәрәм у әʼдьлайи бә, жь Хԝәдейе Баве мә у Хӧдан Иса Мәсиһ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 بُ تواوی اَونه گو ناو شَهره رومه دا، خدا هَژَ وان دِگَت و هاتنَ گازی گِرِن گو ژه وان مِرُوان بِن گو ایمان مسیحْ هَنَ: لطف و آشتی و سِلامتی ژه آلیه خدا، بابه مَ، و خاده عیسیْ مسیحْ، سَر وَ بیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 1:7
70 Iomraidhean Croise  

Usa jî bira rʼonaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî eʼzmana bidin.


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


Bi destê wan ev neʼme şandin aha nivîsar: «Em birayêd weye şandî û berpirsîyar silava li we birayêd ji necihûyaye Entakyayê, Sûryayê û Kîlîkyayê dikin.


Hananîya lê vegerʼand û got: «Xudan, bona vî merivî min ji geleka bihîstîye, wekî Orşelîmêda wî çiqas xirabî li cimeʼta Te kirîye.


Hûn jî nava wanda hatine gazîkirinê, ku bibine pʼara Îsa Mesîh.


Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Û guman jî me rʼûrʼeş nake, çimkî hʼizkirina Xwedê ser meda bi wî Rʼuhʼê Pîroz barîye, Yê ku merʼa hatîye dayînê.


Em zanin ku her tiştîda Xwedê dike ku wanrʼa bibe qencî, yêd ku Wî hʼiz dikin û li gora qaz-qudreta Wî gazîkirî ne.


ne yêd jorin, ne yêd jêrin û ne jî eʼfirînekî mayîn dikare me ji hʼizkirina Xwedê biqetîne, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa pʼara me kʼetîye.


çawa kʼitêba Hosêyada Ew dibêje: «Cimeʼta ku ne cimeʼta Min e, Ezê bêjimê: ‹Cimeʼta Min› û ya ne delal Ezê bêjimê: ‹Delal›».


lê bona yêd ku Xwedê gazî wan dike, heger cihû bin, heger necihû, ew xeber Mesîh e, qewata Xwedê û serwaxtîya Xwedê.


Kʼerema Xudan Îsa li we be.


De bira kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî rʼuhʼê we be xûşk-birano. Amîn.


De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.


De bira eʼdilayî û hʼizkirin bawerîyêva tʼevayî ji Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh li xûşk-bira be.


De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.


Ez her tiştî bi saya Wî dikarim, Yê ku qewatê dide min.


Awa şikir ji Xwedê û Bavê me, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Kʼerema Xudan Îsa Mesîh tʼevî rʼuhʼê we be.


cimeʼta Xwedêrʼa, wan xûşk-birayêd amine yektîya Mesîhda ku Kolosyayêda dimînin: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me li we be.


Awa çawa cimeʼta Xwedêye bijartîye pîroz û hʼizkirî, dilşewatîyê, qencîyê, milûktîyê, berbihêrîyê û sebirê li xwe wergirin.


Bira eʼdilayîya Mesîh serwêrtîyê nêt-fikirêd we bike. Bona wê eʼdilayîyê hûn hatine gazîkirinê, ku bibine mîna bedenekê. Û şêkirdar bin.


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: De bira kʼerem û eʼdilayî li we be.


Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.


Em zanin xûşk-birano, ku hûn Xwedêda hʼizkirî û bijartî ne,


Çimkî Xwedê gazî me li hʼeramîyê nekirîye, lê li hʼelalîyê.


Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh werʼa be.


De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedê, Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.


De bira Xudanê eʼdilayîyê xwexa, her gav, her alîyîva eʼdilayîyê bide we. Xudan tʼevî we hʼemûya be.


Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî we hʼemûya be.


Tîmotʼêyoyê lawê xweyî bawerîyêdayî heq-hʼelalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.


Axayêd kʼêye bawermend hene, bira wan bêhurmet nekin, çimkî ew birayêd hev in. Lê bira xulam hê rʼind xulamtîyê bikin, çimkî yêd ku kʼarê ji xizmetkʼarîya xulama distînin, bawermend in û delal in. Van tişta hîn ke û şîret ke.


Tîmotʼêyoyê lawê xweyî delalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.


Xudan tʼevî rʼuhʼê te be. Kʼerema Xwedê werʼa be.


Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.


Kʼerema Xudan Îsa Mesîh tʼevî rʼuhʼêd we be.


De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


Lê mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hʼemû rʼabûn-rʼûniştina xweda.


Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir.


De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Îsa Mesîhê Kurʼê Bavê, bi rʼastîyê û hʼizkirin merʼa be.


Milyakʼetê civîna Efesêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft steyrk destê Wîyî rʼastêda û nava hʼeft şemdanêd zêrʼînda digerʼe, aha dibêje:


Milyakʼetê civîna Pergamayêrʼa binivîse bêjê: Ewê ku şûrê Wîyî dudevîyî tûj heye aha dibêje:


Milyakʼetê civîna Tîyatîrayêrʼa binivîse bêjê: Kurʼê Xwedê aha dibêje, Yê ku çʼeʼvêd Wî mîna alava êgir in û nigêd Wî mîna wî sifirê xasî ku dibiriqe:


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna.


Milyakʼetê civîna Simîrnayêrʼa binivîse bêjê: Ewî Pêşin û Paşin, Yê ku mir û ji nava mirîya rʼabû aha dibêje:


Kʼerema Xudan Îsa hʼemûyarʼa be.


Milyakʼetê civîna Lawdikyayêrʼa binivîse bêjê: ‹Yê Amîn› aha dibêje, Ew şeʼdê rʼast û amin, çʼeʼvkanîya eʼfirîn û xuliqîyêd Xwedê:


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna».


Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke:


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan