Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 1:28 - Peymana Nû (Încîl)

28 Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

28 Ji ber ku wan naskirina Xwedê hêja nedît, Xwedê ew dan destê fikrên xerab, wisa ku ew tiştên ne li ser rê bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

28 У чаԝа ԝана нәхԝәст Хԝәде занәбуна хԝәда хԝәйкьрана, Хԝәде жи әԝ данә фькьред бетʼәԝшә, кӧ әԝана тьштед нәщайиз бькьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 و بَر خاطره هِنده گو ناس گِرِنا خدا بُ وان به اَرزِش بو، خدا ژی اَو هِلانَ ناو فِکرِت کِرِت دا گو وان شُلا بِگَن گو نابی بِتَ گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 1:28
33 Iomraidhean Croise  

Çimkî gava ez gerʼîyam, min dîna xwe da hʼebandinêd we, min gorîgehek dît ku ser wê nivîsar bû ‹XWEDÊYÊ NENASRʼA›. Awa Ewê ku hûn nas nakin dihʼebînin, ez bona Wî werʼa dannasîn dikim.


Gava bona rʼabûna mirîya bihîstin, hinek pê kʼenîyan, lê hineka jî got: «Bona wê yekê emê careke din ji te bibihên».


Xezeba Xwedê ji eʼzmên ser hʼemû bêxwedêtî û neheqîya wan meriva xuya dibe, kʼîjan ku bi neheqîyêd xwe nahêlin ku rʼastî xuya be.


Belê wan Xwedê nas dikir, lê pesinê Wî nedan çawa Xwedê, ne jî ji Wî rʼazî bûn, lê belê ew nava fikirêd xweda pʼûçʼ bûn û ji dest bêfeʼmîyê şûna rʼeşva çûn.


Lema jî Xwedê ew bi xwestina dilê wan dane destê hʼeramîyê, ku bedena xwe nava hevda bihʼerʼimînin.


Bona vê yekê Xwedê ew dane bênamûsîyê, hʼeta jinêd wan jî hʼewcetîya xweye eʼdetê dinê hʼewcetîya ekʼsîeʼdetîyêrʼa guhêrʼîn.


Rʼast bifikirin, ser hʼişê xweda werin, îdî guna nekin, çimkî hinek ji we hê Xwedê nas nakin, ez vê yekê dibêjim, ku hûn şerm bikin.


Em wan şêwira û hʼemû bilindcîyêd kʼubarîyêye miqabilî zanebûna Xwedê betal dikin û hʼemû fikira dikine hêsîr, êlimî Mesîh dikin.


Usa jî gotinêd bêmeʼrîfetî, yan bêfeʼmî, yan hʼenekêd qelpê xirab, ku li we nakʼevin, bira ji devê we derneyên, lê dewsê şikirdarî.


wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.


Çawa Yanîs û Yambrîs miqabilî Mûsa bûn, usa jî ev merivana miqabilî rʼastîyê disekinin, merivne bi fikirêd xweda şûna rʼeşva çûyî, bawerîyêda jî bêkêr in.


Ew dibêjin, ku Xwedê nas dikin, lê bi kirêd xwe Wî înkʼar dikin, hʼeram û xweserîxwe ne û her kirineke qencrʼa bêkêr in.


Bona vê yekê bi Mesîh çawa bira, min dikaribû turuş kira, eʼmirî ser te bikira, çi ku cayîz bû,


Yêd aha ku difikirin, vê yekê davêjine pişt guhê xwe, ku hê pêşda bi xebera Xwedê eʼzman hebûn û eʼrd ji nava avê û bi avê pʼeyda bû.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan