Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 1:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Ez borcdarê hʼemû mileta me, hin yê yûnanêd pêşdaçûyî û hin jî yê miletêd paşdamayî, deyndarê serwaxta û bêfeʼma me.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

14 Ez ji Yewnaniyan û ji hovan re, ji zana û nezanan re deyndar im.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Әз борщдаре һʼәму мьләта мә, һьн йе йунанед пешдачуйи у һьн жи йе мьләтед пашдамайи, дәйндаре сәрԝахта у бефәʼма мә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 اَز خو، راستا هم یونانیادا، هم بَربَرادا، هم مِرُوِت زانادا و هَمژی مِرُوِت نَزان دا مدیون دِزانِم.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 1:14
31 Iomraidhean Croise  

Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin.


Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


Hingê Ewî minrʼa got: ‹Herʼe, Ezê te bişînime dûr cem necihûya›».


Binelîyêd wir gelek qedir-hurmet merʼa kirin, agir vêxistin, ji ber wê sermayê û barana ku destpêkir em qebûl kirin.


Binelîya gava rʼeʼwirê destê wîva dardabûyî dît, hevrʼa gotin: «Eva rʼastî mêrkuj e, ji beʼrê xilaz bû, lê xudanê Heqîyê nehişt ku ew bijî».


Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.


Wana got: «Eme serwaxt in», lê bêfeʼm derkʼetin


Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.


Fikira we her kesî hindava hevda yek be, kʼubar-babax nîbin, lê tʼevî pʼerîşana nimiz bin, xwe dewsa zana daneynin.


Tʼu tiştîda deyndarê tʼu kesî nemînin, pêştirî li hev hʼizkirinê, çimkî kʼî ku hevalê xwe hʼiz dike, tʼemamîya Qanûnê diqedîne.


Guhdarîya we nav hʼemûyada bi nav û deng e û ez bona we şa me, lê dixwazim ku hûn serwaxt bin hindava qencîyêda û dilsax bin hindava xirabîyêda.


Bona vê yekê xûşk-birano, em deyndar in, lê ne deyndarêd binyatʼa merivayê, ku li gora wê bijîn.


Lê, heger ez zimanekî feʼm nakim, ez bona yê wî zimanî xeber dide xerîb im û yê xeber dide jî bona min xerîb e.


Heger tu bi rʼuhʼê xwe şikirîyê bidî, ewê ku mîna nezana sekinî ye, wê çawa rʼazîdarîya terʼa qayl be bêje: «Amîn»? Ew qet feʼm nake jî, tu çi dibêjî.


Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtîya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji Rʼuhʼê Xwedê xeber didin, tiştêd rʼuhʼanî wanrʼa şirovedikin, yêd ku xweyî-Rʼuhʼê Xwedê ne.


Bira tʼu kes xwe nexapîne. Heger yek ji we li gora qeydêd vê dinyayê xwe serwaxt dibîne, bira bibe bêhʼiş, wekî bibe serwaxt.


Rʼast em newêrin, xwe ser mêzînê bikʼişînin û himberî wan kin, yêd ku xwexa pesinê xwe didin. Ewana nadine ber hʼişê xwe, gava nava xweda xwe pê hev çap dikin û xwe didine ber hev.


Hûn merivne serwaxt in, lema bi dilekî şa li bêhʼişa sebir dikin!


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkirîyada, ne barbar û beyanîyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda.


Lema ez her tiştî teyax dikim, bona xatirê bijartîya, ku ew jî wê xilazbûna ku bi saya Mesîh Îsa ye, bistînin, bi rʼûmeta hʼeta-hʼetayêva tʼevayî.


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan