Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 1:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestîye bême cem we, ku kʼeda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê hʼeta niha rʼê nekʼetîye min.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

13 Birano, ez dixwazim hûn bizanin ku gelek caran min xist dilê xwe ku ez bêm ba we, lê asteng derketin. Wek di nav miletên din de, ez dixwazim ku di nav we de jî xebata min ber bide.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

13 Әз дьхԝазьм кӧ һун заньбьн хушк-бьрано, ԝәки гәләк щара мьн хԝәстийә бемә щәм ԝә, кӧ кʼәда мьн нава ԝәда жи һәбә, чаԝа нава нәщьһуйед майинда, ле һʼәта ньһа рʼе нәкʼәтийә мьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 گَلی بِرایا، اَز هَز ناگَم گو اون ژه وه هِنده به خَبَر بِن گو مِن گَلَک جارا قَصدا هِنده گِریَ گو بِمَ لاره وَ و دوو هِنده دا بومَ گو ناو وَدا هِندَ حاصِله راگَم، هَ وِسا گو مِن ناو قَومه دی گو یهودی نینِن دا راگِریَ، بله هرجاره مانِعَگ هاتَ پِش.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 1:13
38 Iomraidhean Croise  

Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger hʼeba gênim nekʼeve eʼrdê û nemire, ewê tʼenê bimîne, lê heger ew bimire, wê gelek ber bide.


Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Yê ku didirû heqê xwe distîne û bona jîyîna hʼeta-hʼetayê ber tʼop dike, wekî yê diçîne û yê didirû bi hevrʼa şa bin.


Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:


Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.


Hingê tʼemamîya civatê dengê xwe birʼî û guhê xwe dane ser gotinêd Barnabas û Pawlos ku Xwedê bi destêd wan çiqas nîşan û kʼeremet nava necihûyada kiribûn.


Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be herʼe Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirarʼa gerekê ez herʼim Rʼomê jî bibînim».


Pawlos silav da wan, yek-yek çi ku Xwedê bi qulixê wî nava necihûyada kiribû, wanarʼa gilî kir.


Wir me xûşk-bira dîtin û hîvî ji me kirin, ku em hʼeftêkê wir bimînin. Û bi vî awayî em gihîştine Rʼomê.


Awa gotî ez jî tʼevî we, em dil bidine ber hev, bi wê bawerîya min û weye her du alîyava.


Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.


Hûn rʼind feʼm dikin xûşk-birano, ezê niha derheqa çida werʼa xeber dim, çimkî ez tʼevî wan xeber didim, yêd ku haş ji qanûnê hene: Qanûn ser mêriv haqas wext hʼukum dike, hʼeta ku meriv sax e.


De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hʼemûya yek be û dutîretî nava weda tʼunebin, lê hʼemû jî bi hevrʼa bin û ser nêt-meremekî bin.


Naxwazim xûşk-birano, ku hûn nizanibin wekî kal-bavêd me hʼemû jî bin sîya eʼwrda bûn û hʼemû jî Beʼra Sorrʼa derbaz bûn.


Lê niha çi ji pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼanî dikʼeve xûşk-birano, ez naxwazim ku hûn nezan bin.


Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.


Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger kʼulam be, hînkirin be, eʼyantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira hʼemû jî bona avabûna civînê bin.


Heger ez şandîyê hinekêd mayîn nîbim, lê belê bê şik şandîyê we me! Çimkî mora şandîtîya min hûn in, ku pʼara Xudan kʼetin.


Em naxwazin ku hûn haş ji wan teʼlî-tengîya tʼunebin xûşk-birano, yêd ku me qeza Asyayêda kʼişandin. Em ji qewata xwe der haqasî kʼetine bin barêd giran, hʼeta ku me destê xwe ji eʼmirê xwe jî kʼişand.


Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.


Xûşk-birano! Ez tînime ser eʼdetê dinê. Heger yekî wesîyetek tʼestîq kiribe, tʼu kes nikare wê betal ke, yan jî tiştekî din serda zêde ke.


De bira kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî rʼuhʼê we be xûşk-birano. Amîn.


Heger jîyîna vî qalibîda hê kʼarê dide şixulê min, ez nizanim kʼîjanî bibijêrim.


Ez ne ku tiştekî pʼêşkʼêş dixwazim, lê dixwazim ku kʼar ser hʼesabê weda zêde be.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Me xwest em bihatana cem we, min Pawlos xwexa jî xwest çend cara bêm, lê mîrêcin rʼê neda me.


Xûşk-birano, em dixwazin ku hûn derheqa mirîyada zanibin, wekî ber xwe nekʼevin, mîna ewêd bê guman.


Çimkî Surʼa Neheqîyê îdî ya xwe dike, lê ewê ku niha nahêle, wê nehêle hʼeta ku xwexa ji navê bê hildanê.


Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan