Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Romayî 1:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Çimkî ez gelekî hʼeyra dîtina weda me, wekî pʼêşkʼêşeke rʼuhʼanî bigihînime we, ku hûn bawerîyêda bişidin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Çimkî ez pirr dixwazim we bibînim, da ku ez diyariyeke ruhanî bidim we ku hûn qayîm bibin,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Чьмки әз гәләки һʼәйра дитьна ԝәда мә, ԝәки пʼешкʼешәкә рʼӧһʼани бьгьһиньмә ԝә, кӧ һун баԝәрийеда бьшьдьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 چون گو مِن بُ دیتِنا وَ اشتیاق هَیَ، گو اَز هِندَ دیاریه روحانی بِدَمَ وَ گو اون قاوَت بِن؛

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Romayî 1:11
32 Iomraidhean Croise  

Awa civîn jî bawerîyêda dişidîyan û rʼoj bi rʼoj hʼesabê wan zêde dibû.


Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be herʼe Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirarʼa gerekê ez herʼim Rʼomê jî bibînim».


Û gava Pawlos destêd xwe danîne ser wan, Rʼuhʼê Pîroz hate ser wan, bi zimana xeber dan û pʼêxembertî kirin.


Awa gotî ez jî tʼevî we, em dil bidine ber hev, bi wê bawerîya min û weye her du alîyava.


Lê niha îdî van alîya cîyê usa tʼune pʼêgeh lê nekʼetibe û ev çend sal e ez dikim bême cem we,


Ez zanim gava bême cem we, ezê bi dewlemendtîya dua-dirozgêd Mesîh bêm.


Û bi vî awayî ezê bi eʼmirê Xwedê, bi dilekî şa bême cem we û hinekî tʼevî we hêsa bim.


Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,


Min bi vê gumanê şêwira xwe kir, pêşîyê bihatama cem we, ku we du cara kʼerem bistanda,


Û Xwedê ye, yê ku em weva tʼevayî yektîya Mesîhda hʼîmgirtî kirin. Xût Wî em kʼifş kirin


Gava yek tê û Îsakî din dannasîn dike, kʼîjan me dannasîn nekirîye, yan rʼuhʼekî din hûn distînin, kʼîjan we ji me nestandîye, yan mizgînîke din dide, ku me nedaye we, hûn van tişta rʼind dibin.


Û ewê bona we dua bikin, hʼeyra weda bin, bona wê kʼerema Xwedêye ser kʼerema, ya ku werʼa hatîye dayînê.


Xwedê şeʼdê min e, ku ez bi hʼuba Mesîh Îsa çiqasî hʼeyra we hʼemûyada me.


Ewî jî gelekî bîra we kirîye û ber xwe dikʼeve, wekî we bona nexweşîya wî bihîstîye.


Niha xûşk-birayêd mine şîrin û hʼeyran, hûn in şabûn û kʼofîya serê min delalno, yektîya Xudanda aha qewîn bimînin.


De bira Ew dilê we bişidîne, wekî hûn pîrozîyêda bêqusûr bin, li ber Xwedê Bavê me, wextê hatina Xudanê me Îsa, hʼemû pîrozêd Xweva tʼevayî.


û Tîmotʼêyoyê birayê me, yê ku tʼevî me bona Xwedê, Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we,


bira dil bide we û we nava hʼemû kira û gotinêd qencda bişidîne.


Lê Xudan Xwexa amin e, wê we bişidîne û ji yê Xirab xwey ke.


Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.


Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


Bona vê yekê ez her gav dixwazim ku van tişta bikime bîra we, çawa hûn zanin û ser wê rʼastîya ku gihîştîye we jî hʼîmgirtî ne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan