Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 9:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Pê van her sê bela, ji sê pʼara pʼareke merivayê, pê agir, dû û kʼirkʼûta ku ji devê van derdikʼet hatine kuştinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

18 Sêyeka mirovan bi van her sê belayan, bi êgir, bi dûman û bi kewkurta ku ji devê wan derdiket, hatin kuştin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

18 Пе ван һәр се бәла, жь се пʼара пʼарәкә мәрьвайе, пе агьр, ду у кʼьркʼута кӧ жь дәве ван дәрдькʼәт һатьнә кӧштьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 بِ وان سه بَلایانَ، آنی آگِر و دوکَل و گوگرده گو ژه دَوْه وان دِدَرکَوت، سه یادا یگ ژه بَشَری هاتَ گُشتِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 9:18
9 Iomraidhean Croise  

Milyakʼetê sisîya li borʼîyê xist û steyrkeke mezine mîna qendîla alav pêkʼetî ji eʼzmên kʼete ser pʼareke ji sê pʼarêd çʼema û avêd kanîya.


Navê wê steyrkê Zirîçʼk bû. Ji sê pʼara pʼareke ava bû zirîçʼk û ji wê avê gelek meriv mirin, çimkî ew av teʼl bû.


Milyakʼetê çara li borʼîyê xist, ji sê pʼara pʼareke rʼoyê, ji sê pʼara pʼareke hîvê û ji sê pʼara pʼareke steyrka derb standin, usa ku ji sê pʼara pʼareke wan qarîya û ji sê pʼara pʼareke rʼojê rʼonayî neda, usa jî ji sê pʼara pʼareke şevê.


Yê pêşin li borʼîyê xist, teyrok û agir xûnêva tʼevayî ser eʼrdêda barî. Û ji sê pʼara pʼareke eʼrdê şewitî, ji sê pʼara pʼareke dara şewitî û hʼemû gîhayê şîn şewitî.


Milyakʼetê duda li borʼîyê xist, tiştekî mezinî mîna çʼîyakî agir pêkʼetî hate avîtinê nava beʼrê. Û ji sê pʼara pʼareke beʼrê bû xûn,


ji sê pʼara pʼareke hʼeywanêd beʼrêda qirʼ bû û ji sê pʼara pʼareke gemîya wêran bû.


Hingê ew her çar milyakʼet hatine berʼdanê, yêd ku bona wê sihʼetê, wê rʼojê, wê mehê û wê salê hatibûne hazirkirinê, wekî ji sê pʼara pʼareke merivayê bikujin.


Wê dîtinokêda hesp û sîyarêd wan minva aha xuya bûn: Rʼengêd êlekzirihʼêd wan rʼengê sorî mîna êgir, şîrkî mîna qalçʼîçʼekê, qîçʼikî mîna kʼirkʼûtêda bûn. Serê hespêd wan mîna serê şêra bûn û ji devê wan agir, dû û kʼirkʼût derdikʼet.


Çimkî qewata hespa dev û dêlêd wanda bûn. Dêlêd wan mîna meʼra bûn û serê wan hebûn, ku pê wan zirar didan.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan