Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 9:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Hingê ew her çar milyakʼet hatine berʼdanê, yêd ku bona wê sihʼetê, wê rʼojê, wê mehê û wê salê hatibûne hazirkirinê, wekî ji sê pʼara pʼareke merivayê bikujin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

15 Û çar milyaketên ku ji bo vê saetê, vê rojê, vê mehê û vê salê hatibûn amadekirin, hatin berdan, da ku sêyeka mirovan bikujin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

15 Һьнге әԝ һәр чар мьлйакʼәт һатьнә бәрʼдане, йед кӧ бона ԝе сьһʼәте, ԝе рʼоже, ԝе мәһе у ԝе сале һатьбунә һазьркьрьне, ԝәки жь се пʼара пʼарәкә мәрьвайе бькӧжьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 بَجا اَو چار میلیاکَت گو هَ بُ وه سَعَته و بُ وه رُژه و بُ وه هَویه و بُ وه ساله هاته بونَ حاضِر گِرِن، آزاد بون گو سه یادا یگ ژه بَشَری بُگُژِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 9:15
9 Iomraidhean Croise  

Gava hʼezar sal tʼemam be, mîrêcin wê ji zindana xwe bê berʼdanê,


Milyakʼetê sisîya li borʼîyê xist û steyrkeke mezine mîna qendîla alav pêkʼetî ji eʼzmên kʼete ser pʼareke ji sê pʼarêd çʼema û avêd kanîya.


Yê pêşin li borʼîyê xist, teyrok û agir xûnêva tʼevayî ser eʼrdêda barî. Û ji sê pʼara pʼareke eʼrdê şewitî, ji sê pʼara pʼareke dara şewitî û hʼemû gîhayê şîn şewitî.


Milyakʼetê duda li borʼîyê xist, tiştekî mezinî mîna çʼîyakî agir pêkʼetî hate avîtinê nava beʼrê. Û ji sê pʼara pʼareke beʼrê bû xûn,


ji sê pʼara pʼareke hʼeywanêd beʼrêda qirʼ bû û ji sê pʼara pʼareke gemîya wêran bû.


Mîna dûpʼişka jî poçʼêd wan hebûn û ser poçʼa jî derzî, kʼîjanada qewata wan hebû ku pênc meha mêriv bidine cefê.


Pê van her sê bela, ji sê pʼara pʼareke merivayê, pê agir, dû û kʼirkʼûta ku ji devê van derdikʼet hatine kuştinê.


Wanrʼa hate dayînê, ku wan nekujin, lê pênc meha bidine cefê. Êşa wan mîna êşa lêxistina dûpişka bû.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan