Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 8:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Paşê milyakʼet ew bixûrdang hilda, ji agirê gorîgehêva dagirt avîte ser eʼrdê. Bû gurʼînîya dengêd eʼwra birûskê birq veda û eʼrd hʼejîya.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Piştre milyaket rahişt bixûrdankê û ew ji agirê Gorîgehê dagirt û avêt ser erdê. Xurexura ewran, deng, birûsk û erdhejîn çêbûn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Паше мьлйакʼәт әԝ бьхурданг һьлда, жь агьре горигәһева дагьрт авитә сәр әʼрде. Бу гӧрʼинийа дәнгед әʼԝра бьруске бьрԛ вәда у әʼрд һʼәжийа.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 هِنگه وی میلیاکَته بُخوردانک راگِر و اَو تِژی ژه آگِره قُربانگَهه گِر و هاوِتَ سَر رویه عَردی. گُرَگُر چه بو و دَنگه بِلند رابون، بروسگا لِدان و عَرد هَژیا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 8:5
24 Iomraidhean Croise  

Miletê rʼabe li ser milet, pʼadşatî li ser pʼadşatîyê, cî-cîya wê xelayî-celayê û eʼrdhʼejê bibin.


Ez hatim, wekî êgir bavêjime ser dinê û Min çawa dixwest wekî îdî alav bida.


Nişkêva eʼrd qayîm hʼejîya, hʼeta ku hʼîmêd kelê jî çûn-hatin, destxweda hʼemû derî vebûn, qeyd-zincîrêd hʼemûya hatine vekirinê.


Hema çawa wana dua xilaz kir, ew cîyê ku ew civîyayî bûn hʼejîya û hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn, xebera Xwedê mêrkʼîmî xeber didan.


Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên.


Pey vê yekêrʼa pʼaristgeha Xwedêye eʼzmên vebû û wêda Sindoqa Peymana Wî xuya bû. Birûskê birq dan, gurʼînîya dengêd eʼwra hate bihîstinê, eʼrd hʼejîya û teyrok barî.


Ji tʼext birûsk û dengêd gurʼînîya eʼwr-eʼzmana derdikʼetin. Li ber tʼext hʼeft agirêd alavpêkʼetî hebûn, ku ew her hʼeft rʼuhʼêd Xwedê ne.


Çaxê Wî mora şeşa vekir, min dîna xwe dayê, eʼrd qayîm hʼejîya. Rʼo mîna kʼurxê ji pirʼçʼê çêkirî rʼeş bû û hîv serda-pêda bû mîna xûnê.


Milyakʼetekî din bixûrdanga zêrʼîn dêstda hat, li ber gorîgeha zêrʼîn sekinî. Wîrʼa gelek bixûr hate dayînê, wekî bi tʼevî duayêd cimeʼta Xwedê dayne ser gorîgeha zêrʼîne li ber tʼextê Xwedê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan