Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 8:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Milyakʼetê çara li borʼîyê xist, ji sê pʼara pʼareke rʼoyê, ji sê pʼara pʼareke hîvê û ji sê pʼara pʼareke steyrka derb standin, usa ku ji sê pʼara pʼareke wan qarîya û ji sê pʼara pʼareke rʼojê rʼonayî neda, usa jî ji sê pʼara pʼareke şevê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

12 Û milyaketê çaran li boriyê xist, sêyeka rojê, sêyeka heyvê û sêyeka stêran derb standin, wisa ku sêyeka wan tarî dibû, sêyeka rojê û sêyeka şevê jî bê ronahî dima.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

12 Мьлйакʼәте чара ль борʼийе хьст, жь се пʼара пʼарәкә рʼойе, жь се пʼара пʼарәкә һиве у жь се пʼара пʼарәкә стәйрка дәрб стандьн, ӧса кӧ жь се пʼара пʼарәкә ԝан ԛарийа у жь се пʼара пʼарәкә рʼоже рʼонайи нәда, ӧса жи жь се пʼара пʼарәкә шәве.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 میلیاکَته چاره زِرنایا خو لِدا، و سه یادا یگ ژه رُژه، سه یادا یگ ژه هَویه و سه یادا یگ ژه سِتِرا ضَربَ خارِن، وِسا گو سه یادا یگ ژه روناهیا وان بو تاریتی و سه یادا یگ ژه رُژوَ و هَ وِسا ژی سه یادا یگ ژه شَوه ما به نور.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 8:12
26 Iomraidhean Croise  

Li pey tengasîya wan rʼojarʼa, rʼûyê rʼoyê wê bê girtinê û hîvê jî rʼonaya xwe nede, steyrkê ji eʼzmên bikʼevin û tʼopêd eʼzmana wê ji rʼîyêd xwe derên.


Nîvro ji sihʼeta donzdeha hʼeta sihʼeta sisîya tʼemamîya eʼrdê bû teʼrî.


Lê wan rʼojada, pey wê tengasîyêrʼa, ‹rʼûyê rʼoyê wê bê girtinê û hîvê rʼonaya xwe nede,


Nîvro ji sihʼeta donzdeha hʼeta sihʼeta sisîya, tʼemamîya eʼrdê bû teʼrî.


Û ser rʼoyê, hîvê û steyrka nîşanê bibin. Li ser dinê jî miletê ji dest dengê xuşînîya pêlêd beʼrê bibizdin û xwe unda kin.


Rʼoyê biqare û hîvê jî sor be mîna xûnê, hê berî hatina Rʼoja Xudane mezin û nave nîşan.


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Poçʼa wî ji sê pʼara pʼareke steyrkêd eʼzmên kʼişand û avîte ser eʼrdê. Ew zîya li ber wê kʼulfeta ku kʼetibû ber zarʼê sekinî, ku hema çawa zarʼ bibe wê zarʼê hʼûfî xwe ke.


Milyakʼetê pênca tʼasa xwe rʼête ser tʼextê ceʼnewir û teʼrîstanî hate ser pʼadşatîya wî, ji êşê meriva zimanê xwe digestin


Çaxê Wî mora şeşa vekir, min dîna xwe dayê, eʼrd qayîm hʼejîya. Rʼo mîna kʼurxê ji pirʼçʼê çêkirî rʼeş bû û hîv serda-pêda bû mîna xûnê.


Hingê ew her çar milyakʼet hatine berʼdanê, yêd ku bona wê sihʼetê, wê rʼojê, wê mehê û wê salê hatibûne hazirkirinê, wekî ji sê pʼara pʼareke merivayê bikujin.


Pê van her sê bela, ji sê pʼara pʼareke merivayê, pê agir, dû û kʼirkʼûta ku ji devê van derdikʼet hatine kuştinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan