Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 8:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Milyakʼetê sisîya li borʼîyê xist û steyrkeke mezine mîna qendîla alav pêkʼetî ji eʼzmên kʼete ser pʼareke ji sê pʼarêd çʼema û avêd kanîya.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Milyaketê sisiyan li boriyê xist û stêreke mezin ya ku wek xetîre dişewitî ji ezmên ket ser sêyeka çeman û ser çavkaniyên avê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Мьлйакʼәте сьсийа ль борʼийе хьст у стәйркәкә мәзьнә мина ԛәндила алав пекʼәти жь әʼзмен кʼәтә сәр пʼарәкә жь се пʼаред чʼәма у авед канийа.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 میلیاکَته سِیه زِرنایا خو لِدا، و سِتِرَگه مَزِن ژه اَسمانی کَت. اَو سِتِر بینا مَشعَلَگه گو دِشَوِتی بو و کَتَ سَر سه یادا یگ ژه چَما و کانیه آوه.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 8:10
21 Iomraidhean Croise  

Hingê Pʼadşatîya Eʼzmana wê mîna vê yekê be: Dehe qîzêd bikʼir çʼirêd xwe hildan pêşîya zeʼvêda çûn.


Ewî wanarʼa got: «Min mîrêcin dît, çawa birûska ji eʼzmên jorda kʼetî.


pêlêd beʼrêye rʼabûyî ne, ku çawa eʼyba kirêd wê mîna kʼefê ser dikʼeve. Ew steyrkêd xalifî ne, bona kʼîjana dûxana teʼrîstanîyê hʼeta-hʼetayê xweykirî ye.


Surʼa van steyrka, yêd ku te destê Minî rʼastêda dîtin, usa jî her hʼeft şemdanêd zêrʼîn ev e: Ew her hʼeft steyrk, milyakʼetêd her hʼeft civîna ne û ew her hʼeft şemdan, her hʼeft civîn in.


Poçʼa wî ji sê pʼara pʼareke steyrkêd eʼzmên kʼişand û avîte ser eʼrdê. Ew zîya li ber wê kʼulfeta ku kʼetibû ber zarʼê sekinî, ku hema çawa zarʼ bibe wê zarʼê hʼûfî xwe ke.


Wî bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û şikirîyê bidine Wî, çimkî sihʼeta dîwankirina Wî pêrʼa gihîşt. Serê xwe ber Wî daynin, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û avêd kanîya eʼfirandine».


Yê sisîya tʼasa xwe rʼête ser çʼema û avêd kanîya, ew bûne xûn.


Steyrkêd eʼzmên usa jorda kʼetine eʼrdê, çawa ku dara hêjîrê ji ber bayê qayîm dihʼeje û berêd wê jê diwarin.


Yê pêşin li borʼîyê xist, teyrok û agir xûnêva tʼevayî ser eʼrdêda barî. Û ji sê pʼara pʼareke eʼrdê şewitî, ji sê pʼara pʼareke dara şewitî û hʼemû gîhayê şîn şewitî.


Milyakʼetê pênca li borʼîyê xist û min dîna xwe dayê, va steyrkek ji eʼzmên kʼete ser rʼûyê eʼrdê û kʼilîta derê gelîyê hey-wayê wê steyrkêrʼa hate dayînê.


Hingê ew her çar milyakʼet hatine berʼdanê, yêd ku bona wê sihʼetê, wê rʼojê, wê mehê û wê salê hatibûne hazirkirinê, wekî ji sê pʼara pʼareke merivayê bikujin.


Pê van her sê bela, ji sê pʼara pʼareke merivayê, pê agir, dû û kʼirkʼûta ku ji devê van derdikʼet hatine kuştinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan