Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 7:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Hingê ew hʼemû milyakʼetêd ku li dora tʼext, rʼûspîya û wan her çar rʼuhʼbera girtibûn, ber tʼext deverʼûya çûne eʼrdê, serê xwe ber Xwedê danîn

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Hemû milyaket li hawirdora text û rihspiyan û afirîdên jîndar disekinîn. Û li ber text xwe deverû davêtin erdê, diperizîn Xwedê û digotin:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Һьнге әԝ һʼәму мьлйакʼәтед кӧ ль дора тʼәхт, рʼуспийа у ԝан һәр чар рʼӧһʼбәра гьртьбун, бәр тʼәхт дәвәрʼуйа чунә әʼрде, сәре хԝә бәр Хԝәде данин

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 تواوی میلیاکَت دُرا وه تَختی و دُرا وان رِدین سِپیا و وان چار مَخلوقه ساخ راوَستا بون، و اَو بَر پِشیا وه تَختی سَر رویه خو کَتنَ خاره و پَرستِشا خدا گِرِن،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 7:11
16 Iomraidhean Croise  

Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min herʼe, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wîrʼa xulamtîyê bike!›»


wekî hʼemû qedirê Kurʼ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kurʼ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane.


Û gava Xwedê nixurîyê Xwe dişîne dinyayê, aha jî dibêje: «Bira hʼemû milyakʼetêd Xwedê serê xwe ber Wî daynin».


Ew her bîst çar rʼûspîyêd ku li ber Xwedê ser kʼursîyêd xwe rʼûniştibûn, xwe deverʼûya avîtin, serê xwe ber Xwedê danîn


Xudan, kʼî ji Te wê netirse û rʼûmetê nede wî navê Te? Çimkî Tu tʼenê Yê pîroz î. Hʼemû miletê berbi Te bên û serê xwe ber Te daynin, çimkî kirêd Teye rʼast xuya bûn».


Lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan birêd te pʼêxembera û wan hʼemûya me, yêd ku xeberêd vê kʼitêbê xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne».


ew her bîst çar rʼûspî ber Yê ku li ser tʼext rʼûniştî deverʼûya diçûn, serê xwe ber Wî dadanîn, Yê ku hʼeta-hʼetayê Sax e û tʼacêd xwe davîtine ber tʼext û digotin:


Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.


Li ber tʼext tiştekî mîna beʼreke şûşe hebû, ku mîna xirûstalê zelal bû. Li dora tʼext, her alîkî çar rʼuhʼber hebûn, ku pêşîyê û paşîyêva çʼeʼvava tʼijî bûn.


Her çar rʼuhʼber jî şeş baskî bûn, ser û binva çʼeʼvava xit-xitî bûn. Û şev û rʼoj dengê xwe nedibirʼîn digotin: «Pîroz, pîroz, pîroz, Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê, Yê ku hebû, Yê ku heye û Yê ku wê bê».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan