Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Peyxam 6:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Min dîna xwe dayê, va hespekî boz xuya bû, destê yê lêsîyarbûyîda tîrkevanek hebû, tʼacek wîrʼa hate dayînê û ew çawa eʼgît çû, wekî serkʼeve.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

2 Û min dît, va ye, hespekî boz xuya bû û di destê siwarê wî de kevanek hebû. Tacek ji wî re hat dayîn û ew bi serketin derket, da ku bi ser keve.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

2 Мьн дина хԝә дайе, ва һәспәки боз хӧйа бу, дәсте йе лесийарбуйида тиркәванәк һәбу, тʼащәк ԝирʼа һатә дайине у әԝ чаԝа әʼгит чу, ԝәки сәркʼәвә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 مِن بَرخودا، ایجا، هَسبَگه سِپی! ساره وه هَسبی کمانَگ هَبو و تاجَگ بُ وی هاتَ دایین، و اَو سَرکَوتی دَرکَوت گو سَرکَویت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Peyxam 6:2
22 Iomraidhean Croise  

Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Çimkî Ew gerekê pʼadşatîyê bike, hʼeta ku Xwedê hʼemû dijmina bike binê pʼîyêd Wî.


Milyakʼetê hʼefta li borʼîyê xist û eʼzmênda dengêd bilind hatin ku digotin: «Pʼadşatîya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê Wî, Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bike».


Pʼûtpʼarist qilqilîn, lê xezeba Te hat. Wext pêrʼa gihîştîye, ku dîwana mirîya bikî, xelata bidî xulamêd Xwe, pʼêxembera û cimeʼta Xwe usa jî yêd ku ji Te ditirsin, ji biçʼûka hʼeta mezina. Wext hat, ku qirʼa wan bînî, yêd ku dinê xirab dikin».


Û min dîna xwe dayê, va eʼwrekî sipî û «yekî mîna kurʼê mêriv» li ser wî eʼwrî rʼûniştî bû. Tʼacekî zêrʼîn li serê Wî bû û deʼseke tûj jî dêstda bû.


Wî çaxî min tiştekî mîna beʼreke şûşe êgirva tʼevayî dît, usa jî ewêd ku ceʼnewir, hʼeykelê wî û hʼesabê navê wî bindest kiribûn. Evana ser beʼra şûşe sekinî bûn, çengêd ku Xwedê dabûne wan destêd wanda bûn


Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».


Ordîyêd eʼzmên jî li hespêd boze sîyar kʼitanêd çîl-qerqaşe paqij li wan pey Wî diçûn.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Qilxê wan kulîya mîna wan hespa bûn, yê ku bona şêrʼ têne hazirkirinê. Li ser serê wan tiştêd mîna tʼacêd zêrʼîn hebûn û rʼûyê wan mîna rʼûyê meriva bûn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan